Home » 2014 » eylûl » 28 » YPG: Li Kobanê 26, li korîdora Şengalê 74 çete hatin kuştin
13:02
YPG: Li Kobanê 26, li korîdora Şengalê 74 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku di şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li herêma Kobanê de bi giştî 26 çete hatine kuştin. Navendê diyar kir ku li herêma Cizîrê û korîdora Şengalê jî di şerên bi çeteyan re de, 74 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’yê yên li ser herêma Kobanê, Rabîa û korîdora Şengalê, her wiha berxwedana li hemberî van êrîşan û çalakiyên YPG’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de hate destnîşankirin ku di pevçûnên 24 saaetên dawî de li Kobanê 26, li herêma Rabîa û korîdora Şengalê de jî 74 hatine kuştin, her wiha gelek wesayîtên çeteyan hatine rûxandin û gelek cebilxane hatiye desteserkirin. Navenda çapemeniyê diyar kir ku di van şer û pevçûnan de 14 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê wiha ye:

"1- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 14’emin de dewam kirin. Hêzên me, bi berxwedanek mezin û  bi çalakiyên cur be cur êrîşên çeteyan têk dibin û derbeyên mezin li wan dixin.

Hêzên me, li Rojhilatê Kobanê, li hemberî çeteyên ku li derdora gundên Alîşar û Gazika bi cih bûne çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayitek Hammer hate rûxandin. Piştî çalakiyê şer derket. Qasî ku hatiye tespîtkirin 14 çete di vê çalakiyê de hatin kuştin.

Dîsa li gundê Gemlik ê li başûrê Kobanê çeteyên ku xwestin êrîş bikin rastî bersiva tund a şervanên me hatin. Çeteyan nekaribûn li hemberî hêzên me xwe bigirin û paşve vekişiyan. Li vir jî herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Li gundê Siftek ê li Rojavayê Kobanê jî şerê dijwar pêk hat. Hêzên me li vê herêmê, çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayitek hate rûxandin û 3 wesayit jî hatin derb kirin. Li vir jî 9 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.

Li gundê Mînazê yê başûr-rojavayê Kobanê jî şer cih bi cih dewam dike.

2- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku piştî Kobanê kantona Cizîrê jî hedef digirin, ji 27'ê Îlonê ve dewam dikin. Komên çete piraniya hêzên xwe yên ji Iraqê vekişandine vê herêmê, bi tank, top û çekên giran tevahiya şevê êrîş kirin. Li sêgoşeya Rabîa, Cezaa û Dugura şervanên me berxwedanek mezin nîşandane û komên çete derbeyên mezin xwarine. Li korîdora di navbera Şengal û Rojava de jî şer li hin deveran dewam dike.

Li gundên Kenanê û Kênhu yên di navbera başûrê Cezaa û sînorê Iraqê de jî çeteyan xwestin êrîş bikin, lê rastî bersiva hêzên me hatin. Piştî berxwedana şervanên me, pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Di şerê dijwar de 3 wesayit, û wesayitek Hammerek hatin rûxandin. Li vê herêmê jî qasî ku hat tespîtkirin 42 çete hatin kuştin.

Li herêma Kale ku dikeve naverasta korîdora ewlekariyê ya Şengalê jî şerê dijwar dewam dike. Êrîşên çeteyan li vir hatin têk çûn û yek jê Hammer 3 wesayit hatin rûxandin. Her wiha 15 çete hatin kuştin.

Li navçeya Mûsil Rabîaa jî êrîşa çeteyan hat têk birin. Li vê herêmê jî herî kêm 17 çete hatin kuştin.

Li van herêmên şer; 14 hevalên me li hemberî êrîşên dijwar berxwedanek bêhempa nîşan dan, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.”

 
[02/10/2014][Kurdistan]
Wezîrê Parastina Kobanê: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin [Dosya Deng] 
[07/10/2014][Kurdistan]
YPG çekdarên DAIŞ ji kolanên Kobanê derxstin 
[08/10/2014][Kurdistan]
Tevgera Goran: Kobanê serê me li pêşiya hemû cîhanê bilind kir 
[15/09/2014][Kurdistan]
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike" 
[11/09/2014][Kurdistan]
Serê wê jêkirin û avêtin çopê 
[03/10/2014][Wênenûçe]
Wêneyên kuştiyên teroristên DAIŞ li Kobanê 
[03/10/2014][Kurdistan]
Ayşe Efendî: Emê Heta Dawîyê li Kobanê Bimînin [Dosya Deng] 
[21/09/2014][Wênenûçe]
Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir 
[06/11/2014][Rengereng]
Li Mûsil`ê salnameyeke taybet bi DAIŞ hate dirûst kirin 
[06/09/2014][Kurdistan]
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle' 
[11/09/2014][Kurdistan]
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin 

Category: Kurdistan | Views: 525 | Added by: Kosegeli | Rating: 5.0/1
Total comments: 0
avatar