Home » 2014 » cotmeh » 3 » YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin
14:54
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku di pevçûnên 24 saetên dawî yên li derdora Kobanê de herî kêm 29 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û 3 wesayît hatine rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê pevçûnên 24 saetên dawî yên li derdora Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 18. a êrîşên li hemberî Kobanê de, ji ber hêza komên çete qels bûne, ji deverên cuda yên Sûriyeyê tank, top, çekên giran û hêzên nû yên çeteyan tên sewqkirin. 

YPG'ê diyar kir ku komên çete li rojhilat, rojava û başûr êrîşî Kobanê dikin û li hemberî berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê û îradeya mezin a gelê Kobanê, nikarin bikevin bajêr.

Di dewama daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê  li nêzikî qada Newrozê ya li başûrê bajêr zêde bûne. Pêşveçûna çeteyan li vê derê hatiye rawestandin. Di nava 24 saetên dawî de herî kêm 29 çete hatine kuştin, 3 wesayit hatine rûxandin.

Li eniyên başûr, rojava û rojhilat vê sibehê şer dîsa destpê kiriye û bi hemû dijwariya xwe dewam dike."

 
[11/09/2014][Kurdistan]
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 
[02/10/2014][Kurdistan]
Wezîrê Parastina Kobanê: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin [Dosya Deng] 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[23/09/2014][Kurdistan]
Hevserokê PYD derbarê lêdana DAIŞ de daxuyanî da 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 
[11/09/2014][Kurdistan]
Serê wê jêkirin û avêtin çopê 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[06/09/2014][Kurdistan]
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle' 
[28/09/2014][Kurdistan]
YPG: Li Kobanê 26, li korîdora Şengalê 74 çete hatin kuştin 
[24/09/2014][Wênenûçe]
"Femen" xwe li dijî DAIŞ tazî kirin 

Category: Kurdistan | Views: 753 | Added by: Kosegeli | Tags: ypg, rojava, dais, kobane | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar