Home » 2014 » cotmeh » 23 » Wezareta Derve a Amrîka derbarê biçekirina YPG de bersiva Erdogan da
21:16
Wezareta Derve a Amrîka derbarê biçekirina YPG de bersiva Erdogan da

Peyvdara Fermî a Wezareta Derve a Emrîka Mary Harf ragihand ku, Emrîka şaş nebû ku bi rêya esmanî hevkariya serbazî berdaye ser şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Kobanê.

Derbarê daxuyaniya Serokkomarê Turkiye Receb Teyîb Erdoxan ku gotibû: Emrîka şaşitî kiriye ku kel û pelên serbazî wek alîkarî bi rêya firokên Emrîkî beraye ser hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Kobanê kiriye, Mary Harf Peyvdara Fermî a Wezareta Derve a Emrîka ragihand ku, bi tu awayî Emrîka şaşitî nekiriye di berdana wan çek û teqemeniyên bi rêya esmanî bo şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Peyvdara Fermî a Wezareta Derve a Emrîka Mary Harf aşkere kir ku, wan derî jibo şandina çekên zêdetirî bo Kurdan (şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) danexistiye û her demê ku pêwîst bibe ewê çekên din jî bidin wan.

Peyvdara Fermî a Wezareta Derve a Emrîka aşkere kir ku, berpirsên  Turkiye dikarin tenê li ser xwe û arîşeyên xwe biaxifin û got: Pêşveçûnên çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) ziyan û metirsiya wê li ser xelkê sivîl û li ser berjewendiyên hevbeş yên Turkiye û Emrîka jî heye.
 
[08/10/2014][Kurdistan]
Tevgera Goran: Kobanê serê me li pêşiya hemû cîhanê bilind kir 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ji Kobanê nameya şervaneke YPJ jibo dayika wê 
[23/09/2014][Kurdistan]
Hevserokê PYD derbarê lêdana DAIŞ de daxuyanî da 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[25/09/2014][Kurdistan]
Mesûd Barzanî: Me dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê... 
[03/10/2014][Wênenûçe]
Wêneyên kuştiyên teroristên DAIŞ li Kobanê 
[07/09/2014][Kurdistan]
Berpirsyarê Pêşmergeyan ê Kerkûkê: Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin 
[27/09/2014][Kurdistan]
Wezîrê Berevaniya DYA: Em çawa alîkariyê bidin şervanên Kurd li Sûriyê gotebêj dikin 
[06/10/2014][Rengereng]
Tirkiye bi DAIŞ'ê re lihev kiriye û 180 çete serbest berdaye 
[02/10/2014][Kurdistan]
Wezîrê Parastina Kobanê: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin [Dosya Deng] 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 

Category: Kurdistan | Views: 1196 | Added by: Kosegeli | Tags: Amerika, erdogan, ypg, Dya | Rating: 5.0/1
Total comments: 0
avatar