Home » 2014 » cotmeh » 6 » Tirkiye bi DAIŞ'ê re lihev kiriye û 180 çete serbest berdaye
18:24
Tirkiye bi DAIŞ'ê re lihev kiriye û 180 çete serbest berdaye

Rojnameya Times a li Îngilîstanê tê weşandin destnîşan kir, ku Tirkiyeyê di berdêla 49 welatiyên Tirk de, 180 çeteyên DAIŞ'ê ku di nav de 2 welatiyên Îngilîz jî hene serbest berdaye.

Li gorî nûçeya rojnameyê, di nava endamên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin girtin û dûre radestî DAIŞ'ê hatin kirin de welatiyên Îngilîz ên bi navê Şhabaz Suleyman û Hîşam Folkard jî hene.

Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku di nava çeteyên DAIŞ'ê yên hatine berdan de, gelek kesên xwedî pasaporta welatên Rojavayî jî hene. Times di nûçeya xwe de ragihand ku lîsteya çeteyên radestî DAIŞ'ê hatine kirin di destê wan de ne û di nivîsa xwe de got, "Lîsteya navê milîtanên DAIŞ'ê yên pev hatin guhertin, gihaşt Times'ê. Di lîsteyê de sê welatiyên Fransayê, du welatiyên Swêdê, du Makedonyayî, welatiyekî Swîsreyî û welatiyekî Belçîkî hene."

Rojnameyê xwe gihand bavê çeteyê DAIŞ'ê yê welatiyê Îngilîz Hîşam Folkard ku bavê wî Xiristiyane û got, "Bavê Folkard nexwest navê wî bê aşkerakirin". Rojnameyê cih da van gotinên bavê Folkard: "Bi rastî ez matmayî namînim. Her hefte di televîzyonan de nûçe derdikevin ku ev ciwan diçin Sûriye û Iraqê. Du kurên min hene û ez bi wan her duyan re jî nikarim têkiliyeke xurt deynim. Bi diya xwe re dijiyan. Dema gotin ew ê biçin Yemenê û perwerdeya Îslamê werbigirin, min tevahiya têkiliyên xwe birî."

Tê gotin ku birayê Hîşam Omer Folkard jî ji aliyê ekîbên antî terorê yên Îngilîz ve tê şopandin û tê gotin ku dema Hîşam di ser Tirkiyeyê re diçû û tê dibe ku pasaporta birayê xwe bikar anî be

 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[31/10/2014][Kurdistan]
[Dosya Deng] berdevkê YPG Polat Can li ser derbasbûn pêşmergeyan a Kobanê 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 
[06/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 
[06/10/2014][Rengereng]
Tirkiye bi DAIŞ'ê re lihev kiriye û 180 çete serbest berdaye 
[03/10/2014][Kurdistan]
Leşkerê berê yê Amerîkayî tevlî YPG’ê bû 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 
[23/09/2014][Kurdistan]
Hevserokê PYD derbarê lêdana DAIŞ de daxuyanî da 
[11/09/2014][Kurdistan]
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin 
[15/09/2014][Rengereng]
21 rojan di bin zinarekî de man 

Category: Rengereng | Views: 734 | Added by: Kosegeli | Tags: tirkiye, tirk, Isis, dais, Is | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar