Home » 2014 » cotmeh » 8 » Tevgera Goran: Kobanê serê me li pêşiya hemû cîhanê bilind kir
15:17
Tevgera Goran: Kobanê serê me li pêşiya hemû cîhanê bilind kir

Tevgera Goran bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana Kobanê û got: "Şerê Kobanê şereke di navbera gelekî aştîxwaz û azadîxwaz û hêzekî hov a li dijî hemû nirxên mirovatiyê de  ye.” Goranê da diyarkirin ku şervanên YPG’ê serê gelê Kurd bilind kiriye û got: "Şervanên Kobanê serê gelê me li pêşiya hemû cîhanê bilind kirine, hest û piştgiriya her kurdekî azadîxwaz ligel wan.”


Tevgera Goran bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana Kobanê û ji bo Kobanê bang li raya giştî ya navneteweyî kir.

Tevgera Goran,  got: "Em piştgiriya berxwedana gelê Kobanê ya li hemberî êrişên DAIŞ’ê dikin û daxwazê ji civaka navneteweyî dikin ku piştgiriya Kobanê bikin. Ji ber ku şerê Kobanê şereke di navbera gelekî aştîxwaz û azadîxwaz ligel hêzekî hov a li dijî hemû nirxên mirovatiyê de ye.”

Ji bo civaka navneteweyî bang

Goranê diyar kir ku li Kobanê xeteriya komkujiyê heye û ev bang kir: "Em daxwazê ji civaka navneteweyî û hêzên hevpeyman dikin ku li hewara xelkê berxwedêr ê Kobanê biçin, alîkarî û piştgiriya wan bikin. Divê ev hêzane nehêlin ku DAIŞ li Kobanê ber bi pêş ve biçe. Her wiha erkê hikûmet û hemû dezgehên Herêma Kurdistanê ye çi pêwîst e ji bo Kobanê bike û ji bo DAIŞ were şikênandin.”

Şervanên Kobanê serê me li pêşiya cîhanê bilind kir

Tevgera Goran bal kişand ser girîngiya berxwedana YPG û YPJ’ê ya li Kobanê û got: ": "Şervanên Kobanê serê gelê me li pêşiya hemû cîhanê bilind kirine, hest û piştgiriya her kurdekî azadîxwaz ligel wan e. Îro ne tenê gelê Kurd, belkî hemû cîhan li benda encama wê qehremaniya Kurdên Kobanêne ku bi xwîna xwe dinivîsîn. Bi hêviya ku bikarin DAIŞ’ê bişkênin.”

 
[07/09/2014][Dîrok]
Çîroka alaya neteweyî a Kurdistanê 
[08/09/2014][Rengereng]
Di navbera deqqakê de di înternetê de çi dibe? 
[24/09/2014][Wênenûçe]
"Femen" xwe li dijî DAIŞ tazî kirin 
[11/09/2014][Kurdistan]
Serê wê jêkirin û avêtin çopê 
[06/09/2014][Kurdistan]
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle' 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[23/09/2014][Kurdistan]
Hevserokê PYD derbarê lêdana DAIŞ de daxuyanî da 
[21/09/2014][Wênenûçe]
Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir 
[03/10/2014][Kurdistan]
Leşkerê berê yê Amerîkayî tevlî YPG’ê bû 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 

Category: Kurdistan | Views: 592 | Added by: Kosegeli | Tags: kobane, tevgera goran, goran | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar