Home » 2014 » eylûl » 9 » Siyasetvan Mihemed Emîn Pênciwînî li ser têkiliyên PDK û PKK, DAIŞ û serxwebûna Kurdistanê axvî
19:06
Siyasetvan Mihemed Emîn Pênciwînî li ser têkiliyên PDK û PKK, DAIŞ û serxwebûna Kurdistanê axvî


Siyasetvan û şareza li karûbarê siyasî yê Tirkiyê, Mihemed Emîn Pênciwînî radighîne ku armanca Tirkiyê ewe ku Herêma Kurdistanê û hin navçeyên din ên Êraqê di çarçoveya otonomiyekê bixe ser Tirkiyê û bibe xwediyê neft û gaza Herêma Kurdistanê.

Di çavpêkeftineke taybet li gel malpera Xendanê, Mihemed Emîn Pêncewînî li ser nêzîkatiya Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê ragihand:  Tirkiyê weku bazarê li Herêma Kurdistanê temaşe dike û armanca xwe ya stratejî heye ew jî zindîkirina projeya Turgot Ozal e, ku Herêma Kurdistanê û hin navçeyên din ên Êraqê di çarçoveya otonomiyekê bixe ser Tirkiyê û bibe xwediyê neft û gaza Herêma Kurdistanê.

Pênciwînî got: Rawêjkarê aborî yê Erdogan dibêje ku (tu kêşeya wan nîne ku dewleta we hebê bi mercekê ku li jêr kontrola me de bê). Ji bo vê jî Tirkiyê bi wê mercê bi serxwebûna Kurdan raziye ku li jêr kontrola wan û di çarçoveya berjewendiyên wan de be. Lê bi dîtina min rewş hatiye guhertin û Kurdistanê jî Qubris nîne, belku niha nêzîkî 35 konsolosxane li Herêma Kurdistanê hene û pêwîstiya Kurdistanê bi razîbûna Tirkiyê nîne bo serxwebûna xwe.

Li ser hatine gerîlayên PKK bo şerê li dijî DAIŞ, Mihemed Emîn Pênciwînî got: Hatina Gerîlayên PKK ji xwe ber nebû, belku li ser daxwaza hindek ji serkirdeyên başûrê Kurdistanê bûye, dema ku Hewlêr kete metirsiyê, ew helwestek netewî ya bilind bû, pêwîste weha bê nirxandin.

Li ser pêwendiyên navbera PKK û PDK jî, Pênciwînî got: Tişta me bihîst Erdogan giliyê xwe gîhandiye serkirdayetiya Partî (PDK)`ê ku bo çi rê dane PKK ku were Herêma Kurdistanê, lê belê ez nizanim bersiva wan bo Erdogan çi bû. Helbet Tirkiyê ji wê tirsê û Partî jî pê nexweşe ku nifuza PKK li wan deran hebê û li wir bimînin. Ya rast xelk bi hebûna PKK kêfxweşbûn.

Li ser pirsa di şerê li dijî DAIŞ`ê de çaverêya wê yekê dihat kirin ku Tirkiyê hevkariya Kurdistanê bike lê belê ew yek nebû? Pênciwînî got: Ez û gelek siyasetmedarên Kurdistanê jî me çaverêya bêdengiya Tirkiyê dikir, çûnkî yek ji ew dewletên li pişt dirustkirin û piştgîrîkirina DAIŞ Tirkiyê ye.

Mihemed Emîn Pênciwînî ew yek jî diyar kir û got: Serokê CHP Kemal Kilîçdaroglu li Amedê ji rojnamevanan re li ser DAIŞ û Tirkiyê ragihand û got, "Hûn çawa dizanin navê min Kemal e û ez çawa dizanim navê min Kemal e, ez weha jî dizanim ku Tirkiyê DAIŞ dirust kiriye.”

 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Kobanê bi tenê nehêlin 
[15/09/2014][Kurdistan]
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike" 
[21/09/2014][Wênenûçe]
Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir 
[28/09/2014][Kurdistan]
YPG: Li Kobanê 26, li korîdora Şengalê 74 çete hatin kuştin 
[19/09/2014][Kurdistan]
Daxuyaniya YNK`ê derbarê êrişên DAIŞ bi ser Kobanê de 
[03/10/2014][Kurdistan]
Ayşe Efendî: Emê Heta Dawîyê li Kobanê Bimînin [Dosya Deng] 
[31/10/2014][Kurdistan]
[Dosya Deng] berdevkê YPG Polat Can li ser derbasbûn pêşmergeyan a Kobanê 
[12/10/2014][Kurdistan]
Çar xwişk û birayên li Şengalê şer dikin 
[07/09/2014][Kurdistan]
Berpirsyarê Pêşmergeyan ê Kerkûkê: Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin 
[15/09/2014][Rengereng]
21 rojan di bin zinarekî de man 

Category: Kurdistan | Views: 910 | Added by: Kosegeli | Tags: pkk, serxwebun, pdk, daiş, tirkiye | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar