Home » 2014 » cotmeh » 22 » Şervanê YPG ê amerîkî : Ta dilopa xwîna dawî êzê Kobanê biparêzim
16:32
Şervanê YPG ê amerîkî : Ta dilopa xwîna dawî êzê Kobanê biparêzim

Jordan Matson, ku yekemîn welatiyê Emerîkî ye ku ketiye nava rêzên şervanên YPG, bûye şervanekî qehreman di berxwedana li dijî terorîstên DAIŞ.

Jordan li ser çûna xwe bo Kobanê û tevlîbûna rêzên YPG ji PUKmedia`yê re got: Pêştir tenê ew di bernameya min  de hebû ku berevaniyê li mirovatiyê bikim, çûnkî ez pêştire serbazekî Emerîkî bûme lê belê dema ez çûm Kobanê hemû tişt hate guherîn, çûnkî miletek têde ye ku xwediyê mezintirîn îradeya berevaniya ax û netewe û gel liba wê heye .

Matson got: Terorîstên DAIŞ bi hevkariya Tirkiyê û pirraniya  welatên EReb û bi pêşkeftirîn çekên Emerîkî hewla dagirkirina Kurdistanê û jinavbirina Kurdan didin.

Diyar kir ku: Terorîstan li ber çavê hemû cîhanê bi awayekî hovane êrişî Kobanê dikin û cîhan bêdeng bûye jibo vê jî min jî weku mirovek xwediyê dil û wijdan min biryar da ku biçim Kurdistanê û li nava qehremantirîn hêza dunyayê parêzgarî li gelê Kurd bikim.

Heval Jordan, temenê xwe  28 saliye û libarê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dibêje: Heya niha min hêzekî weha bi bîr û bawerî û xwediyê îrade weku YPG û YPJ min nedîtiye.

Jordan Matson li dawiya axaftina xwe de bo PUKmedia amaje bi wê yekê kir û got: Ev berxwedana li Kobanê ji aliyê hêzên YPG û YPJ ve şere jib o azadiya zarok, kal, pîr û keç û kurên qehremane. Kobanê serdikeve ji ber ku îradeyekî rasteqîne ya miletekî têkoşer di gel de ye.


Li gor ew zanyariyên ku ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel ketiye dest ji bilî Jordan, 9 şervanên din ên Emerîkî li Kobanê li dijî DAIŞ şer dikin.

 
[03/10/2014][Kurdistan]
Leşkerê berê yê Amerîkayî tevlî YPG’ê bû 
[09/09/2014][Kurdistan]
Siyasetvan Mihemed Emîn Pênciwînî li ser têkiliyên PDK û PKK, DAIŞ û serxwebûna Kurdistanê axvî 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[11/09/2014][Kurdistan]
Serê wê jêkirin û avêtin çopê 
[06/09/2014][Kurdistan]
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle' 
[23/10/2014][Kurdistan]
Wezareta Derve a Amrîka derbarê biçekirina YPG de bersiva Erdogan da 
[02/10/2014][Rengereng]
Gelo wê li Tirkiyeyê sefaretxaneyeke DAIŞ'ê were vekirin?! 
[31/10/2014][Kurdistan]
[Dosya Deng] berdevkê YPG Polat Can li ser derbasbûn pêşmergeyan a Kobanê 
[02/10/2014][Kurdistan]
Wezîrê Parastina Kobanê: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin [Dosya Deng] 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[07/10/2014][Kurdistan]
YPG çekdarên DAIŞ ji kolanên Kobanê derxstin 

Category: Rengereng | Views: 1102 | Added by: Kosegeli | Tags: daiş, ypg, Amerika, kobane | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar