Home » 2014 » eylûl » 11 » Serê wê jêkirin û avêtin çopê
13:22
Serê wê jêkirin û avêtin çopê

Çeteyên DAIŞ'ê keçek serjê kirin û serê wê avêtin nava çopê û jineke din jî bi şewitandinê tehdîd kirin.

Jina Kurd Hesna Arif ji navçeya Cendêrisê ya herêma Efrînê ye. Dema ku bi malbata xwe re ji Başûrê Kurdistanê vedigere û derbasî Rojava dibe rastî kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser bendên kontrolê tên.

Hesna girêdayî kiryarên çeteyan wiha dibêje: "Dema ku em ji başûrê Kurdistanê derbasî Rojava dibûn me gelek îhanet  û zilim ji alî çeteyên DAIŞ'ê ve dît, kiryarên wan dûrî mirovahiyê ne. Çete bi awayekî hovane nêzî jinan dibin û hemû kiryarên kirêt li dijî wan bikar tînin. Eger mûyek ji porê jinê an jî riwê wê neveşartî be wê rastî van kiryaran were."

Hesna di berdewamiya axavtina xwe de wiha anî zimam: "Dema ku em vedigeriyan Rojava, li ser benda kontrolê ya çeteyên DAIŞ'ê tirimbêlek rawestandin. Çeteyan jineke por negirtî (çand mûyên por xuya dikirin) dîtin û ji hevserê wê re gotinên ne exlaqî kirin. Jêre gotin ku eger hevsera wî serê xwe baş negre wê were kuştin."

Li gorî Hensa, çeteyan li ser benda kontrolê wiha ji hevserê wê re gotine: "Eger tu mirovekî muslum ba ye tê hevsera xwe neçar kiriba ku porê xwe veşatrtiba."

Piştî ku DAIŞ'ê axavtin jê re kirin ew bi şewitandina hevsera wî tehdîd kirin. Di heman demê de hevserê wê efû û reca  ji çeteyan xwest da ku hevsera wî berdin û soz da ku hevsera xwe neçar bike ku porê xwe veşêre.

Arif li ser zimanê gundiyekî buyerên ku li pêşiya çavên welatiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine eşkerekirin wiha got: "Em li gundekî di bin kontrola DAIŞ'ê de rawestiyan da ku em navbereke bêhndayînê bistînin."

Li gorî agahiyên ku gundiyan dane Arif û Hesna, beriya ew bigihêjin gund bi çend saetan keçeke ku serdana gund kir ji ber rengê cilên li xwe kiribûn vekirî bûn ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat serjêkirin. Paşê çeteyên serê wê avêtin çopê.

Gundriyan her wiha dan zanîn ku ev keç ji ber tu agahiyên wê derbarê çeteyan de tune bûn, rastî van kiryaran hat û bi nezanebûn ket nava destê wan.

 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 
[21/10/2014][Kurdistan]
Salih Mûslim: Em êdî nahêlin navmala kurdan ji hev cûda be 
[19/09/2014][Kurdistan]
Daxuyaniya YNK`ê derbarê êrişên DAIŞ bi ser Kobanê de 
[22/10/2014][Rengereng]
Şervanê YPG ê amerîkî : Ta dilopa xwîna dawî êzê Kobanê biparêzim 
[19/09/2014][Wênenûçe]
Di nava kuştiyên DAIŞ de teroristekî ji Çînê 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[07/10/2014][Kurdistan]
YPG çekdarên DAIŞ ji kolanên Kobanê derxstin 
[06/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 
[07/09/2014][Kurdistan]
Berpirsyarê Pêşmergeyan ê Kerkûkê: Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ji Kobanê nameya şervaneke YPJ jibo dayika wê 

Category: Kurdistan | Views: 696 | Added by: Kosegeli | Tags: rojava, kurdistan, dais, efrin | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar