Home » 2014 » cotmeh » 21 » Salih Mûslim: Em êdî nahêlin navmala kurdan ji hev cûda be
14:46
Salih Mûslim: Em êdî nahêlin navmala kurdan ji hev cûda be

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim li parlamentoya Herêma Kurdistanê ji aliyê serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed ve hat pêşwazîkirin. Mûslim di hevdîtinê de wiha got: "Îro dijminekî kurdan heye û ew jî terorîstin.”

Li gor malpera serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê, îro hevserokê PYD’ê Salih Mûslim serdana parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Mûslim ji aliyê serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed, cîgirê serokê parlamentoyê Cafer Êminkî û sekreterê parlamentoyê Fexredîn Qadir ve hatin pêşwazîkirin.

Piştre Salih Mûslim ligel serokê parlametntoyê Yûsif Mihemed civiya. Mûslim di civînê de wiha got: "Îro dijmenekî kurdan heye, ew jî terorîstin. Çi dema di nava kurdan de yekrêzî nebû, lewaz bûn û dijmin firsend jê dîtiye. Lewra niha dema bi hev re karkirinê ye. Helwesta ku parlamentoyê li hemberî Kobanê nîşan dayî, helwestekî kurdperwer û netewî bû.”

Serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed di civînê de behsa behsa biryara parlamentoyê ya ji bo kantonên rojavayê Kurdistanê kir û wekî erkekî  netewî û nîştîmanî bi nav kir. Serokê parlamentoyê derbarê peywendiyên navbera partiyên Rojava de wiha got: "Em hêvîdarim ku civîna navbera aliyên kurdî yên rojava de dawî li alozî û nakokiyên di navbera xwe de bênin. Hêvîdarim hun cûdahiyên xwe bixin aliyekê û hemû bi hev re li Rojava di rûbirûbûna terorê de bi hev re bin.”

Yûsif Mihemed li ser peywendiyên navbera parlamento û Kantonên Rojava de wiha got: "Her şandekî navneteweyî, konsol û balyozek hatibe parlamentoyê, me ji wan re behsa bûyerên li Rojava kirine. Me daxwaz kiriye ku piştgiriya şervan û welatiyên sivîl bikin.”

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim jî derbarê pêşveçûna guftûgoyên navbera Kantonên Rojava û ENKS’ê yên li Dihokê de wiha got: "Gelek pêşketin çêbûne. Emê di demek nêzîk de pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û em êdî nahêlin mala kurdan ji hev dûr be.”

 

 
[25/09/2014][Kurdistan]
Mesûd Barzanî: Me dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê... 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[06/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Kobanê bi tenê nehêlin 
[31/10/2014][Kurdistan]
[Dosya Deng] berdevkê YPG Polat Can li ser derbasbûn pêşmergeyan a Kobanê 
[08/08/2014][Dîrok]
Wesiyeta Qazî Mihemed li gelê kurd 
[08/09/2014][Rengereng]
Di navbera deqqakê de di înternetê de çi dibe? 
[07/10/2014][Kurdistan]
Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Kobanê derbarê bombebaranê de 
[15/09/2014][Kurdistan]
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike" 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 

Category: Kurdistan | Views: 703 | Added by: Kosegeli | Tags: pyd, pdk, başur, muslim | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar