Home » 2014 » eylûl » 6 » Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle'
10:33
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle'


Reuters'ê di nûçeyeke xwe de bal  kişand ser çîroka keçeke Êzidî ya 14 salî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin û diyar kirin ku keça 14 salî piştî hemû cure kiryarên kirêt bi çavên xwe dîtiye derfetek dît û xwe gihandiye şervanên HPG'ê.

Çeteyên DAIŞ'ê dema derbasî Şengalê bûn dest bi kuştin, serjêkirin, talankirin û revandina mirovan kir. ji jinên Êzidî yên ku hatin revandin Ciwana Êzidî Edîbe Şakir e.

Li gorî nûçeya Reuters'ê, komeke çete ya ji 5 kesan pêk tê Edîbe revandin û piştî 20 rojan tevlî keçeke din ya Êzdiî birin bajaroka Rebîa. Dema ku çete tevî Edîbe ya 14 salî û keça din gihiştin maleke Rebîayê, telefon ji yekî ji wan re hat. Piştî kêliyekê her 5 çeteyan çekên xwe rakirin û tevilê ji malê derketin.

Edîbe dema tirimpêlên çeteyan bihîst û hêdî hêdî deng kêm dibû heta ku deng êdî nema hat. Di wê demê çeteyên derketin derve li tirimpêlên xwe siwar bûn û ji wir dûr ketin. Piştî 20 rojan ji girtinê Edîbe û keça din dîtin ku ew bi tena xwe ne û derî jî vekiriye.

Çeteyan bi armanca ku Edîbe wekî diyarî bidin çeteyên li eniyên pêş û piştî ku Edîbe bibe musilman wê bi çeteyekî re bicewicînin.

Edîbe ya ku li kampeke koçberan a Iraqê ye wiha got: "Dema em bi tena xwe man, min heyecan girt û nama zanî gelo çi bikim. Çavên min li centeyekî dagirtî telefon (Mobil) ket û yek ser bi birayê xwe re axivîm."

Di axaftina bi riya telefonê de birayê wê Semîr jê xwest ku biçe malekê û bipirse gelo çawa xwe bigihîne sînorê Rebîa yê bi Sûriyeyê re (Cihê şervanên HPG'ê) û jê re wiha gotiye: "Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wê te bigihînin cihekî bi ewle.

Keça Êzidî dibêje ku wê li Rebîa heval û dost ji hev û du nas nekir û ji ber vê jî rêbaza xwerizgarkirinê tecrûbeyeke dijwar bû.

Wê û hevala xwe biryar dan. Ji malê derketin û li deriyekî cîranên wê malê xistin.  Edîbe wiha anî ziman: "Me ji wan re rewşa xwe got û wan jî riya sînor pêş me kirin. Yekser em bi rê ketin û me li paş xwe jî nedinerî."

Herdu keçên Êzidî berê xwe dan çeperên pêş. Edîbe got: "Ez nikarîbûm bimeşiyama. Lingên min diricifîn û dilê min jî bi lez lê dida. Em meşiyan û me li paş nedinerî."

Piştî 2 saetan ji rêwîtiya dijwar herdu keçan dengên guleyan bihîstin. Êdî berê xwe dan cihê deng jê tê û dîtin ku şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (ango şervanên HPG'ê). Berê xwe dan wan û bi rê ketin.

Edîbe wiha hestên di wê kêliyê de vedibêje: "Ez digiriyam û di heman demê de dikeniyam. Em azad bûn.!!"

Edîbe yek ji kêm Kurdên Êzidî ku xwe jidest çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine. Ji ber hemleya 'Radîkalên Sunî' Bi dehezaran Êzidiyan Şengal (welatê wan ê kevnar) berdan. Çeteyên DAIŞ'ê Êzidiyan wekî koleyên Şeytan binav dikin. Li gorî DAIŞ'ê, an wê hemû bibin musilman an jî wê çarenûsa wan kuştin be.

Ji bilî Edîbe, çeteyên DAIŞ'ê 73 jinên din ji gundê wê revandine û ew birine bakûr Iraqê.

Keçên ku diketin destê DAIŞ'ê rastî çarnûseke pir dijwar û xerab dihatin. Beriya ku çetey dest bavêjin van keçan emîrê wan destdirêjiya zayendî li keçan dikir û êdî ew nema keç dihiştin. Paşê ew dixistin nava destê çeteyên din. Piştî destdirêjiyan komî, ew difirotin.

Gelek raporan diyar kirine ku keç û jinên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin li bazaran carnan bi 10 dolaran (ango 1700 lîreyên Sûriye) tên firotin. Hin keçên din jî yên mîna 'Edîbe' dikirin milkên xwe (tenê ji bo xizmetî û demderbaskirina cinsî).

Girêdayî mijarê Edîbe wiha dibêje: "Şeva destpêkê ku ez ketin destê çeteyan, kêliya herî zor û dijwar bû. Em birin navenda polîsan. Hemû kes digiriyan. Me nizanî ka wê çi biqewime."

Edîbe tevî malbata xwe ta ji 25 kesan pêk tê li gundê xwe yê biçûn djiyan. Wê pir ji dibistanê hezdikir û dixwest bibe mamoste. Dema ku malbatê bihîst ku çeteyên DAIŞ'ê nêzî gundê wan bûne, ji gund derketin û li gundekî rex gundê xwe bicih bûn. Lê çete bi lez gihiştin wan.

Edîbe girêdayî bûyerê wiha tîne ziman: "Wan soz dan me ku destê xwe nedin me. Zarok, jin û mêr ji hev cuda kirin... Hemû pere, telefon, tirimpêl û mucewheratên me birin." Piştî 2 saetan hemû kesên malbata wê xistin tirimpêlan û ew birin cihên nediyar.

Wê wiha axaftina xwe domand: "Di destpêkê de wan hewl da ku xwe wekî kesên baş nîşan bidin... Wan dixwest ku me bêdeng bikin. Lê piştî demeke kurt bûn hov.!!!"

Çeteyan Edîbe tevî malbata wê birin bajaroka Badoş ya nêzî bajarê Mûsilê. Ew tevlî hezar jin û zarokên girtî yên Êzidî kirin. Paşê ew û dayîkê wê ji hev cuda kirin û wê şandin mala li bajaroka Rebîa yê ku jê reviya.

Niha Edîbe li kampeke koçberan a li Iraqê dimîne. Li wir ew û du birayên xwe hatin cem hev. Ew hê jî nizane ka gelo çarenûsa kesên malbata wê (22'yên din) ên di destê çeteyan de çiye?!

Edîbe hestên xwe vedibêje: "Carnan ez niarim xew bikim. Ez pir li ser wan ditirsim. Ev saetên herî nexweş ên jiyana min in. Her kes xew dike û ez jî hê di reva xwe de difikirim. Tişta ku dizanim ez xwedî şans im. Xwedan ez xelas kirim."

 
[05/10/2014][Kurdistan]
Salih Muslim: Kî çi bike bila aniha bike 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[15/09/2014][Kurdistan]
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike" 
[22/10/2014][Rengereng]
Şervanê YPG ê amerîkî : Ta dilopa xwîna dawî êzê Kobanê biparêzim 
[07/10/2014][Kurdistan]
Fransa: Divê em hemû ji bo Kobanê tevger bikin 
[02/10/2014][Kurdistan]
Wezîrê Parastina Kobanê: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin [Dosya Deng] 
[07/09/2014][Dîrok]
Çîroka alaya neteweyî a Kurdistanê 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Kobanê bi tenê nehêlin 
[19/09/2014][Kurdistan]
Daxuyaniya YNK`ê derbarê êrişên DAIŞ bi ser Kobanê de 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 

Category: Kurdistan | Views: 626 | Added by: Kosegeli | Tags: Êzdî, pkk, şengal, HPG, daiş | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar