Home » 2014 » cotmeh » 8 » Ocalan: Kobanê bi tenê nehêlin
21:54
Ocalan: Kobanê bi tenê nehêlin

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana Kobanê û hemû têkoşerên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike silav kir û bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku Kobanê bi tenê nehêlin û her derê li dijî terora DAIŞ'ê berxwedanê bilind bikin.

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, naveroka hevdîtina bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Ajansa Nûçeyan a Dicle(DÎHA) re vegot.

Mehmet Ocalan diyar kir ku birayê wî di hevdîtinê de ji wî re gotiye: "JÎTEM ji bo pêvajoyê xerabike di dewrê de ye. Eger JÎTEM neyê bertSerefkirin, cardin ji dewrê neye derxistin, ev pêvajo nameşe." Mehmet Ocalan, peyama Rêberê PKK'ê Ocalan ya derbarê Kobanê de jî wiha ragihand: "Li hemberî vê polîtîkayê divê kurd li her derê rabin ser piyan. Pêwîste li hemberî DAIŞ'ê berxwedanek mezin bê nîşandan. Eger wisa nekin, sibê wê gelek bibe direng. Mêze çi li me dikin; hinek ji me dikin, taştê, hinekan dikin firavîn û hinakan jî dikin şîv. Ev rewş nayê qebûlkirin."

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku pêr li Girava Îmraliyê bi birayê xwe Ocalan re hevdîtinek pêkanîbû, detayên hevdîtinê ji DÎHA'yê re vegot. Mehmet Ocalan, got ku bi birayê xwe re nêzî 45 deqeyan hevdîtin pêkaniye û ragihand ku di destpêka hevdîtinê de derbarê mirina xwîşka xwe Havva Keser de nirxandin kir. Mehmet Ocalan, got ku birayê wî piştî vê nirxandinê derbarê Kobanê û pêvajoya çareseriyê de hin nirxandin kirine.

‘Keserê, qasî hêza xwe alîkarî da me'

Mehmet Ocalan da zanîn ku wî di destpêka hevdîtinê de agahiya mirina xwîşka wî Havva Keserê daye Ocalan û ragihand ku Rêberê PKK'ê Ocalan derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Ez li benda agahiya mirina Havvayê bûm. Havva, ev 20-30 sale alîkarî dida me û hevalên me. Hevalên me li mala wê diman. Qasî hêza xwe, wê alîkarî dida me. Pêwîste tiştên hatine kirin neyên ji bîr kirin. Biçek jî be lazime em alîkariyên wê didan me, em ji bîr nekin. Ger ew li gund ba. Dev ji cih û warê xwe bernedaba, dibe ku emrê wê dirêjtir ba. Kesek dema ku ji cihê xwe bi zorê hate koçberkirin, ji dûrê warê xwe jiyan bike, ev jî dime sedema mirinek zû."

‘Li hemberê êrîşên Kobanê divê gelê kurd li her derê rabe ser piyan'

Mehmet Ocalan, diyar kir ku di hevdîtinê de Ocalan têkildarî êrîşên li hemberî Kobanê de jî wiha got: "Gelê Kurd gelek mezlum e. Gelê Kobanê gelek mezlum e.Tenê sînorek kişandine navbera me. Gelê Kobanê bi keda xwe li wir e. Ji xwe re pergaleke xweser pêk anîn e. Dewlet tehemûlê nîşanî vê yekê nade. Divê ji wan re bibe alîkar lê piştgiriyê nade wan. Gelê me yê Kobanê dê heya dawî berxwe bide. Li cihê kurd dê li dijî hîn çeteyeke DAIŞ'ê bibîne dê heya dawî li ber xwe bide. Tu tawîzan nadin çeteyên DAIŞ'ê. DAIŞ rêxistineke çêker e. Li hemberî kurdan li ku derê êrîşeke wisa hebe divê bi bersiveke mezin helwest bê nîşandan." Mehmet Ocalan, anî ziman ku di hevdîtinê de Ocalan got, çeteyên DAIŞ'ê yên piştgiriyê ji hêzên naventeweyî digirin dixwazin kurdan tune bikin û wiha gotiye: "Mafê tu kesî tuneye gelekî tune bike. Li hemberî van polîtîkayan divê kurd li her derê rabin serpiyan. Divê li hemberî DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan bidin. Heke vê yekê îro nekin dibe ku sibê dereng be. Berê xwe bidinê çi li me dikin, beşekê dikin taşt, beşekê dikin firavîn û beşekê jî dikin şîv. Ev yek nayê qebûlkirin. Mafê tu kesî tuneye Kobanê bi tenê bihêle. Li hemberî DAIŞ'ê divê li her derê berxwedaneke mezin bê nîşandan. Kobanê her tiştê me ye. Pêvajoya Kobanê ji bo hemû kesî ye. Gelê kurd li wir sivanek e. Tirkmen, erep û ermen jî di nav de hemû nîjadên li wir dikarin di bin vê sîvanê de jiyana xwe bidomînin. Gelê kurd dixwaze bi hemû kesî re bi biratî bijî. Tirk jî birayên me ne lê hiqûqekî biratiyê jî heye. Heke ev hiqûq neyê bikaranîn ev biratî, biratiyeke rast nîn e. Dibêjin biratiya me ya bi kurdan re lê ev biratî ya demarê ye. Ev yekê nayê qebûlkirin. Divê biratiyeke rastî hebe. Gelê kurd dijminê tu gelan nîn e. Bi her gel re û her kesî re dost û heval e. Divê hemû rewşenbîr û derdorên demokrat û hemû reng gelê Kobanê bi tenê nehêlin. Mafê tu kesî tuneye gelê kurd tunebike em vê yekê qebûl nakin. Ji kurdan re tenê tiştek dimîne. Li wir berxwedaneke mezin e."

'Divê gelê me li hemberî JÎTEM'ê hişyar be'

Ocalan derbarê mijara pêvjayoyê de jî ev tişt anî ziman: "Tu tiştekî ku dikeve aliyê me nemaye. Çi têkeve ser milê em ê wê bikin û dikin jî. Ev pêvajo bi yekalî nameşe. Li Tirkiyeyê qanûn tên derxistin. Dibêjin bila gelê MExmûrê bê. Gelo ji bo vê yekê ma qanûnek dexistine. Na qanûn denexistine. Dibêjin bila şervanên kurd bên ji bo vê jî qanûn hene, na tune ye. Wê demê kurd bên wê çi bikin. Lê belê bila bên vir û û wan bavêjin girtîgehê. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin." Mehmet Ocalan got ku Ocalan gotiye ku ji bo muzekereyê berê ji wan re gotiye û wiha pêde çû: "Ger ku bixwazin min berê ji wan re gotibû heke muzakere dest pê bike ev yek mijûlkirinê çênabe. Divê muzakereyek rast be. Min ji wan re got sekreteryayekê bidin min ji bo ez karibim binivîsînim, ev yek jî pêk neanîn. Pêvajo di teoriyê de heye lê di pratîkê de nameşe. Bi vî awayî pêvjo nameşe." Mehmet Ocalan da zanîn ku Ocala aniye ziman ku divê heta 15'ê cotmehê tiştên pêwîst bikin û wiha berdewam kir: "Ger ku dixwazin pêvajo bimeşe û muzakere pêk were em ji her tiştî re amade ne. Em dixwazin pêvajo bi awayekî rast bimeşe. Ger heta 15'ê cotmehê vê yekê bikin, di aliyê min de pêvjo qediyaye. Êdî tiştê ku ez bikim nemaye. Ev 5 sal in vê yekê dikin, lê belê tu tiştek derneketiye holê. Ev ne rast e." Ocalan bilêv kir ku JÎTEM ji bo pêvajo xira bibe ketiye dewrê û wiha domand: " En wisa exmîn dikim ku JÎTEM ji bo pêvajoyê xira bike ketiye dewrê. Ger ku JÎTEM neyê berterefkirin, dîsa ji dewrê neyê derxistin ev pêvajo nameşe. JÎTEM'ê ji dewrê derxin da ku pêvajo bi awayekî demokratîk bimeşe. Em ji her tiştî re amade ne, lê belê em pêvjoyeke rast û durist dixwazin. Em mijûlkirinê naxwazin." Mehmet Ocalan der barê JÎTEM'ê de jî gel hişyar kir û wiha pêde çû: "Divê gelê me hişyar be. Ne diyar e ku dê sibe çi bibe. Divê her kes li gorî vê yekê helwesta xwe zelal bike. Sibe dibe ku dereng be."

Mehmet Ocalan herî dawî got ku silavên xwe di serî de ji gelê Kobanê re û hemû kesên ku li dijî DAIŞ'ê têdikoşin re şand.

SADIK TOPALOGLU

 
[07/10/2014][Kurdistan]
Fransa: Divê em hemû ji bo Kobanê tevger bikin 
[02/10/2014][Rengereng]
Gelo wê li Tirkiyeyê sefaretxaneyeke DAIŞ'ê were vekirin?! 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[09/09/2014][Kurdistan]
Siyasetvan Mihemed Emîn Pênciwînî li ser têkiliyên PDK û PKK, DAIŞ û serxwebûna Kurdistanê axvî 
[12/10/2014][Kurdistan]
Çar xwişk û birayên li Şengalê şer dikin 
[28/09/2014][Kurdistan]
YPG: Li Kobanê 26, li korîdora Şengalê 74 çete hatin kuştin 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[08/10/2014][Kurdistan]
Tevgera Goran: Kobanê serê me li pêşiya hemû cîhanê bilind kir 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 
[06/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 

Category: Kurdistan | Views: 783 | Added by: Kosegeli | Tags: rojava, berxwedan, kobane, ocalan | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar