Home » 2014 » eylûl » 25 » Mesûd Barzanî: Me dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê...
16:02
Mesûd Barzanî: Me dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê...

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, wan dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê ji ber mercên cografî ev derfet çênebû. Barzanî got, "Xweşbextane Kobanî neket destê DAIŞê û nakeve jî înşala. ”

Îro 25/9/2014 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula Vonde Leyen kir û piştî hevdîtinê kongireyek rojnamevanî lidar xistin.

Sebaret bi êrişên li ser herêma Kobanê ji aliyê terorîstên DAIŞ de Serokê Herêma Kurdistanê got: Me weku hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêka êrişên terorîstan li ser Kobanê me buçûnên xwe di beyannamekê de ragihand û me daxwaz ji hemû hêzên hevpeymanên xwe kir ku bi hawara Kobanê ve biçin û nehêlin karesatekî mirovî li wir çê bibe.

Li ser pirsa şandina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê Barzanî got: "Me pir dixwest em Pêşmergeyan bişînin Kobanî lê şert û mercên cografî yên Rojavayê Kurdistanê rê nade vê yekê. Ji ber ku ew herêmên di navbera herêma Cizîrê û Kobanê de li jêr destê DAIŞ dene û her weha herêmên di navbera Kobanê û Efrînê de jî her erebî ne û li jêr destê DAIŞ dene.”

Serokê Herêma Kurdistanê aşkira kir ku wan ji Emerîka û hêzên hevpeymanên wê xwestiye ku nehêlin DAIŞ Kobanî bigirin û got: "Xweşbextane Kobanî neket destê DAIŞê û nakeve jî înşala.”

Li ser pirsa gelo ew êrişên asmanî li dijî DAIŞ li Kobanê li ser daxwaza wan bûye an na, Barzanî got:  "Eger hêzên navdewletî li ser banga me li çekdaêrên DAIŞê yên li Kobanî dane em spasiya wan dikin eger ne li ser banga me be jî em dîsa spasiya wan dikin.”

 
[03/10/2014][Kurdistan]
Ayşe Efendî: Emê Heta Dawîyê li Kobanê Bimînin [Dosya Deng] 
[19/09/2014][Wênenûçe]
Di nava kuştiyên DAIŞ de teroristekî ji Çînê 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 
[25/09/2014][Kurdistan]
Mesûd Barzanî: Me dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê... 
[11/09/2014][Kurdistan]
Serê wê jêkirin û avêtin çopê 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[11/09/2014][Kurdistan]
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin 
[27/09/2014][Kurdistan]
Wezîrê Berevaniya DYA: Em çawa alîkariyê bidin şervanên Kurd li Sûriyê gotebêj dikin 
[23/10/2014][Kurdistan]
Fermandariya YPG'ê: Alîkariya çekan bi awayekî serketî gihaştiye hêzên me 
[21/09/2014][Wênenûçe]
Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir 

Category: Kurdistan | Views: 2134 | Added by: Kosegeli | Tags: daiş, barzani, rojava, kobane | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar