Home » 2014 » eylûl » 11 » Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin
13:13
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin


Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Ebdikerîm Siko diyar kir ku ew niha qanûna tekoşîna li dijî terorê lêkolîn dikin.

Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Herêma Xweser a Cizîrê Ebdikerîm Siko di hevdîtinekê bi ANHA’yê re diyar kir ku qanûnên Meclîsa Zagonsaz ji bo birêxistinkirina civakê derdixe  pêwîstiyeke û wiha got: "Pêdiviya civakan ji bo birêxistinkirina gel bi qanûnan heye, heta malbat jî li gorî qanûnan tevdigerin. Li ser vê yekê ji bo birêxistinkirina tevahî kantonê û gelê herêmê pêdivî bi gelek qanûnan heye.”

Siko di axaftina xwe de got ku Wezareta Karên Hundir qanûna têkoşîna li dijî terorê pêşniyar kiriye û wiha dom kir: "Qanûna têkoşîna li dijî terorê li ser bingeh û stûnên jiyana hevbeş hatiye amadekirin û li ser vê yekê Wezareta Karên Hundir paşûnameya qanûna têkoşîna li dijî terorê bi daxwaznameyeke fermî pêşkêşî Meclîsa Zagonsaz kiriye.”

Siko pêwîstiyên qanûna têkoşîna li dijî terorê wiha vegotin: "Metirsî û ziyanên ji ber kiriyarên teror gihîştin asta ku yekîtiya netewî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de bixe metirsiyê û bi taybet li herêma Cizîrê, ji ber vê yekê pêdiviya lezgîn bi vê qanûnê heye.”

Siko di berdewama axaftina xwe de got ku komên teror di bin gelek navan de êrîşên xwe li dijî herêmê pêk tînin û wiha da xuyakirin: "Gelek hêzên teror ku li dijî herêmê êrîşan pêk tînin, li dijî welatiyên sivîl di bin navê ol, netew û mezheban de komkujî pêk anîn. Divê li hemberî vê yekê têkoşîn bê meşandin.”

Siko destnîşan kir ku ew wekî endamên Meclîsa Zagonsaz ên herêma Cizîrê li ser bingeha qanûnan û parastina maf û azadiyên giştî û têkoşîna ji bo avakirina civakeke azad wan qanûna têkoşîna li dijî terorê lêkolîn dikin.

Siko di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Armanc ji qanûna têkoşîna li dijî terorê ew e ku ewlekarî û aramiya herêmê biparêze.”

Hêjayî gotinê ye, qanûna têkoşîna li dijî terorê niha ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve bi berfirehî tê lêkolînkirin.

 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 
[23/10/2014][Kurdistan]
Wezareta Derve a Amrîka derbarê biçekirina YPG de bersiva Erdogan da 
[09/09/2014][Kurdistan]
Siyasetvan Mihemed Emîn Pênciwînî li ser têkiliyên PDK û PKK, DAIŞ û serxwebûna Kurdistanê axvî 
[22/10/2014][Rengereng]
Şervanê YPG ê amerîkî : Ta dilopa xwîna dawî êzê Kobanê biparêzim 
[03/10/2014][Kurdistan]
Leşkerê berê yê Amerîkayî tevlî YPG’ê bû 
[06/11/2014][Rengereng]
Li Mûsil`ê salnameyeke taybet bi DAIŞ hate dirûst kirin 
[28/09/2014][Kurdistan]
YPG: Li Kobanê 26, li korîdora Şengalê 74 çete hatin kuştin 
[23/10/2014][Kurdistan]
Fermandariya YPG'ê: Alîkariya çekan bi awayekî serketî gihaştiye hêzên me 
[06/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 
[24/09/2014][Wênenûçe]
"Femen" xwe li dijî DAIŞ tazî kirin 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Kobanê bi tenê nehêlin 

Category: Kurdistan | Views: 738 | Added by: Kosegeli | Tags: rojava, qanun, dais | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar