Home » 2014 » mijdar » 6 » Li Mûsil`ê salnameyeke taybet bi DAIŞ hate dirûst kirin
11:55
Li Mûsil`ê salnameyeke taybet bi DAIŞ hate dirûst kirin

Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, wan salnameyeke nû bi navê Salnameya Dar El Xilafê dirust kiriye û divê dezgehên li jêr deshelata wê jî kar li gor wê salnameyê bikin.

Li gor daxuyaniyê piştî ku Komîteya Olî ya bi navê Dîtina Heyvê û diyarîkirina Salnameya Koçî hat pêk anîn bi armanca diyarîkirina salnameya nû ku tevaya sazî û dezgehên fermî li herêmên li jêr deshelata Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) jî neçarin pabendî wê slanameyê bibin.

Li ser wê bingehî wê komîteyê dest bi karên xwe kir û Heyva Muherem wek heyva destpêkê ya sala nû destnîşan kir.

Di daxuyaniyê de hatiye aşkere kirin ku, Salnameya Koçî ya Rojê li dijî şerîeta Îslamê ye û roja 29 Muherem`ê jî wek dîtina Hîlal ya heyva dahatî diyarî kiriye.

Beriya niha jî Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) destkariya gelek bernameyên zanistî ya xwendinê kiriye ku bi awayekî li dewsa bernameya perwerdeya zanistî,  perwerdeya cîhadê xistiye nava bernameyên cûr bi cûr ya xwendinê de danaye.

Her weha piştî Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) dest girt bi ser çend deverên Îraq – Sûriye hemû tiştên taybet bi xwe danaye û navê gelek deveran guhertiye.
 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[07/10/2014][Kurdistan]
Fransa: Divê em hemû ji bo Kobanê tevger bikin 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 
[11/09/2014][Kurdistan]
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin 
[15/09/2014][Kurdistan]
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike" 
[07/09/2014][Kurdistan]
Berpirsyarê Pêşmergeyan ê Kerkûkê: Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 
[11/09/2014][Kurdistan]
Serê wê jêkirin û avêtin çopê 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[19/09/2014][Wênenûçe]
Di nava kuştiyên DAIŞ de teroristekî ji Çînê 

Category: Rengereng | Views: 1134 | Added by: Kosegeli | Tags: dais | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar