Home » 2014 » cotmeh » 3 » Leşkerê berê yê Amerîkayî tevlî YPG’ê bû
09:44
Leşkerê berê yê Amerîkayî tevlî YPG’ê bû

Welatiyê ku berê di nava artêşa Amerîkayê de cîh girtibû, tevlî refên YPG’ê bû. Welatiyê ku navê xwe yê rastî negot û navê Zagros li xwe kiriye, got divê herkesek çanda Rojava nas bike û berxwedana tê nîşandan bi çavên xwe bibîne.

Zagros 43 salî ye û demekê di artêşa Amerîkayê de leşkerî kiriye. Nêzî 20 roj berê ji Amerîkayê hatiye Rojava û tevlî refên YPG’ê bûye. Zagrosê ku dibêje "ez ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatime”, sedema hatina xwe ji ANHA’yê re vegot.

Zagros, destnîşan kir ku wî xwestiye li dijî DAIŞ’ê di nava refên YPG’ê de şer bike, lewre hatiye Rojava. Zagros diyar kir ku piştî hatina wî 2 kesên din jî ji welatê wî hatine û tevlî YPG’ê, lê niha bi giştî 10 welatiyên Amerîkayê hatine ku tevli YPG’ê bibin.  

Zagros got ku ew xwe ji bo şer amade dike û YPG berê wî bide ku derê wê li wir cih bigire. Zagros bal kişand ku heke DAIŞ li Rojava neyê şikandin, wê li hemû deverên cîhanê belav bibin û hovîtiya xwe berfereh bike.

Zagros, anî ziman ku DAIŞ li herêmê bi ser bikeve wê welatê wî jî bikeve xeteriyê û wiha dom kir: "Dema min dît ku rojnemevanê ji welatê min serê wî tê birîn, ez bi xeteriyê hesiyam. Beriya wê bûyerê jî komên çete serê gelek mirovên din jê kiribûn. Lewre min rast dît ku ez werim li cihekî weke Rojava li hemberî DAIŞ'ê şer bikim. Têkçûna Rojava tê wateya têkçûna welatê min."

Zagros ji welatiyên Amerîkayê xwest ku tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Rojava bibin û ev bangawazî kir: "Kesên ku dixwazin werin li vê qadê şer bikin, em dikarin ji wan re bibin alîkar. Lê kesên tên divê di karê leşkeriyê de hoste bin. Bila kesên ku werin ji xwe re li vir hinek wêne bigirin û weke turîstan tenê bigerin nebin. Bila her kes di vê baweriyê de be ku vir qadên germ e.”

Zagros xwest ku her kes were Rojava û çanda gel nas bike, her wiha asta şerê li vir tê meşandin bi çavên xwe bibînin.


 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[15/09/2014][Kurdistan]
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike" 
[07/10/2014][Kurdistan]
YPG çekdarên DAIŞ ji kolanên Kobanê derxstin 
[08/08/2014][Dîrok]
Wesiyeta Qazî Mihemed li gelê kurd 
[03/10/2014][Wênenûçe]
Wêneyên kuştiyên teroristên DAIŞ li Kobanê 
[07/09/2014][Dîrok]
Çîroka alaya neteweyî a Kurdistanê 
[23/09/2014][Kurdistan]
Hevserokê PYD derbarê lêdana DAIŞ de daxuyanî da 
[23/10/2014][Kurdistan]
Fermandariya YPG'ê: Alîkariya çekan bi awayekî serketî gihaştiye hêzên me 
[02/10/2014][Kurdistan]
Wezîrê Parastina Kobanê: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin [Dosya Deng] 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 
[08/09/2014][Rengereng]
Di navbera deqqakê de di înternetê de çi dibe? 

Category: Kurdistan | Views: 799 | Added by: Kosegeli | Tags: daiş, ypg, rojava, Dya | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar