Home » 2014 » eylûl » 7 » Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot
12:12
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot

Jineke ciwan a li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat revandin, xwe ji destê çeteyan rizgar kir û gihaşt gerîlayên HPG'ê. Jina ciwan rewşa Êzidiyên hatin revandin vegot û got, "Bi zorê bi îxtiyaran nimêj dihat kirin, hewl didan bi zorê zarokan bikin 'leşker'. Jin jî li bazarên koleyan dihatin firotin."

Rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ a ku di 3'ê Tebaxê de Şengal dagir kir, bi hezaran Êzidî revand. Li gorî agahiyên Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) Alî Atalan da, hejmara yên hatine revandin herî kêm 5 hezar e.

Jineke ciwan a di dema dagirkirina Şengalê de hat revandin, ji destê çeteyan rizgar bû û xwe gihand gerîlayên HPG'ê yên Çiyayê Şengalê.

GERÎLAYAN EW GIHANDIN MALBATA WÊ

Bûyer di 5'ê ÎloNê de, dema jina ciwan X.C. a 16 salî ji Telafer dianîn Şengalê, qewimî. X.C. ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku piştî ji Telaferê anîn, saet di 19'an de, wê bi jineke din a ciwan re xwest ji mala lê dîl hatibûn girtin a li Şengalê birevin. Lê belê çete bi vê hewldanan wan hesiyan û yek ji jinên ciwan zevt kir, X.C. di nava wê rageşiyê de reviya. 

X.C. dema reviya telefoneke çeteyan jî bi xwe re bir û li kekê xwe yê li Çiyayê Şengalê geriya û alîkarî xwest. Kekê wê jî agahî da gerîlayên HPG'ê û berê X.C. da Çiyayê Şengalê.

Gerîlayên HPG'ê jî di vê kêliyê de ketin nava tevgerê û li cihê ku X.C. jê were, tedbîrên pêwîst girtin. X.C. di êvara 5'ê Îlonê saet di 23.30 de xwe gihand nav gerîlayên HPG'ê. Gerîlayan X.C. a ji çeteyan reviyan anîn herêma ewle ya li Çiyayê Şengalê û ew gihand kekê wê.

X.C. ji ANF'ê re axivî û besa rewşa bi hezaran Şengaliyên di destê çeteyan de dîl hatine girtin. Jina Êzidî ragihand ku yên hatine revandin li Telaferê tên ragirtin û diyar kir ku çeteyan îxtiyaran, zarokan, jinan, jinên ciwan-keçan kom bi kom ji hev cuda kirine. Li gorî vê yekê bi zorê bi îxtiyaran nimêjê didin kirin, hewl didin bi zorê zarokan bikin 'leşker'. Jin her roj li bazarên koleyan tên firotin, jinên ciwan-zarokên keç jî rastî mûameleyeke cuda tên. Beşek ji jinên ciwan-keç li bazara koleyan tên firotin, beşek jî yek bi yek li malên nobedar tên bicihkirin. Yên li van malan tên bicihkirin, di bin navê 'zewacê' de rastî destavêtina çeteyên DAIŞ'ê tên. X.C. da xuyakirin ku ew ji bo vê yekê ji Telaferê anîne û anî ziman ku çete vê hovîtiya destavêtinê li her derê dikin.

 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 
[08/09/2014][Rengereng]
Di navbera deqqakê de di înternetê de çi dibe? 
[21/10/2014][Kurdistan]
Salih Mûslim: Em êdî nahêlin navmala kurdan ji hev cûda be 
[19/09/2014][Wênenûçe]
Di nava kuştiyên DAIŞ de teroristekî ji Çînê 
[06/09/2014][Kurdistan]
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle' 
[03/10/2014][Kurdistan]
Ayşe Efendî: Emê Heta Dawîyê li Kobanê Bimînin [Dosya Deng] 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[27/09/2014][Kurdistan]
Wezîrê Berevaniya DYA: Em çawa alîkariyê bidin şervanên Kurd li Sûriyê gotebêj dikin 
[23/10/2014][Kurdistan]
Wezareta Derve a Amrîka derbarê biçekirina YPG de bersiva Erdogan da 
[11/09/2014][Kurdistan]
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin 

Category: Kurdistan | Views: 677 | Added by: Kosegeli | Tags: dais, Êzdî, singal | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar