Home » 2014 » cotmeh » 9 » Ji Kobanê nameya şervaneke YPJ jibo dayika wê
23:19
Ji Kobanê nameya şervaneke YPJ jibo dayika wê

Ez başim yadê … Duh me rojbûna min ya nozdeh an  pîroz kir, hevalê min Azad stranek gelek xweş li ser dayîkê got … Tu hatî bîra min, min xwe negirt û ez giriyam … Dengê Azad gelek xweşe , dema strana dayikê digot; hêstirên wî  dibariya… Wî jî gelek bêriya dayika  xwe kiriye  û zêdetirî salekê ye dayîka xwe nedîtiye.

Duh em li hewara hevalekî xwe yê birîndar ve çûn. Bi bi 2 fişekan birîndar bibû. Wî nedizanî ji du cihên xwe birîndar bûye, ji ber ku tenê îşaret li jorê singê xwe dida  ku birîne, fîşeka didûyan  li kêleka wî ketibû. Me karî em wî derman bikin û heta min lîtreyek ji xwîna xwe jî dayê.

Dayê, em niha li rojhilatê Kobanê ne… Navbera me û yên alên reş radikin de tenê bi sedan metre hene. Em guhdarê bêtêlên wan yê lasilkî dikin, carna em tiştekî ji wan fam nakin. Ji ber ku bi zimanên gelek cuda di peyivin , tenê em ji wan fêm dikin ku gelek ditirsin .

Em grûbekin û ji neh hevalan pêk tên. Di nava me de yê herî biçûk, nave wî Reşo ye û ji gundekî Efrînê ye. Li Girê Spî şer dikir û piştre hate gel me û tevlî grûba me bû. Yê piştre jî hevalê me Alan e û ji taxa Qidorbekê ya Qamişlo ye. Tevlî şerê Serê Kaniyê bibû û heya niha nizane ku temenê wî çende. Tenê dibêje, li derdora 20’an e. Ew xwedî zarokatiyekî gelek balkêşe, ji ber ku di zarokatiya xwe de nesekinî bû. Hê cihê kêran li ser canê wî hene , gelek caran dikene û ji me re dibêjê, ev cihên kêran tevahî  sedemê wê  evîn e keça cîrana.

Di nava me de yê herî mezin heval Dêrsime û ew ji çiyayê Qendîlê ye; hevsera wî li Amedê şehîd ketibû. Li pey xwe keçek jêre hiştiye û nave wê Hêlîn e. Dêrsim navê keça xwe li ser mile xwe nexşandibû û  hê wî keça xwe nedîtiye .


Em niha di malekê de neû dikeve keviyeke kobanê. Em tiştekî li ser xwediyê wê  nizanin, hinek wêne  li ser dîwarê malê hene, wêneyê bi temen û ciwanekî bi rîbanê reş ve hatiye xemilandin. Xuyaye ku miriye yan jî şehîde, wekî din wêneyê rêberên kurda  Qadzî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî û Apo hene.


Wêneyekî din jî gelek balkêş li ser dîwar  daliqandiye. Ew jî  nexşeyekî Osmaniyaye, gelek kevne û bawer dikim ku ya berî 4 çerxane û li ser wê navê Kurdistan nîşankirine.


Ev demeke dirêje me qehwe venexwarye … Me derxist  ku jiyan bê qehwe jî xweşe .


Bi rastî yadê  ji te re bêjim ku min heya niha qehwekî wek ya te xweş venexwariye.


Em niha li vî bajarê aram de ne… Ti cara kesek nekuştine, zext li ti kesî nekirine. Berevajî di nava xwe de birîndar û koçberên Sûriyê yên ji bajarên xwe koçberbûne, hewandine.


Em niha li virin, ji bo parastina vî bajarê Misilman bikin , bi dehan mizgeft di nav de hene. Ji bo nekeve destê Tetar û Mexolan, em parastina wê û cihên wê yên piroz dikin.


Ezê werim te bibînim yadê! Tenê heya ev  şerê qirêj xelas dibe. Ev şerê ku li ser me hatiye ferzkirin, misogere ku ezê werim te bibînim û hevalê me Dêrsim jî sozdaye ku were te bibîne û piştre jî wê biçe Amedê û ji bo keça xwe bibîne.


Me teva bêrîya malbatên  xwe kirine, lê  şer bêrîbunê nas nake. Belkî ez neyêm! Yadê wê demê baş bizanibe min gelek cara xeyal dikir ku ezê te bibînim, lê şans nebû hevalê min.


Ez zanim ku tê rojekî were Kobanê û tê li wê mala bigerê ya ku bûye şahidê  roja min a herî dawî û mala ku wê bêhna min demê dirêj biparêze .


Yadê ev mal dikeve aliyê rojavayê Kobanê. Hinek jê ji ber topên hawinan xerabûye, deriyê wê hêsine, rengê wê keske û tê de bi dehan kûn hene,  ji ber ku bibû nîşana çekên  suîqestan.


Sê pencereyên vê malê hene,  tû wê li ser pencereya ku dikeve aliyê Rojava navê min bi pênûsekî sor  bibînî.


Yadê li pişt vê pencereyê û dema min li tîrêjên rojê dinêriya yê ku di wan kunên fîşekan di textê pencerê de dabûn çêkirin, min kêliyên xwe yên dawiyê dijmart.


Yadê li pişt vê pencereyê azad stranek ji dayîka xwe re di got… Dengê wî yê çiyayî gelek xweş bû, strana wî ev bû; "Lê dayê min bêriya te kiriye.”


Yadê min bêriya te kiriye! 
Narîn

 
[31/10/2014][Kurdistan]
[Dosya Deng] berdevkê YPG Polat Can li ser derbasbûn pêşmergeyan a Kobanê 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 
[06/10/2014][Rengereng]
Tirkiye bi DAIŞ'ê re lihev kiriye û 180 çete serbest berdaye 
[21/09/2014][Wênenûçe]
Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir 
[05/10/2014][Kurdistan]
Salih Muslim: Kî çi bike bila aniha bike 
[15/09/2014][Rengereng]
21 rojan di bin zinarekî de man 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 
[19/09/2014][Wênenûçe]
Di nava kuştiyên DAIŞ de teroristekî ji Çînê 
[02/10/2014][Rengereng]
Gelo wê li Tirkiyeyê sefaretxaneyeke DAIŞ'ê were vekirin?! 
[03/10/2014][Wênenûçe]
Wêneyên kuştiyên teroristên DAIŞ li Kobanê 
[28/09/2014][Kurdistan]
YPG: Li Kobanê 26, li korîdora Şengalê 74 çete hatin kuştin 

Category: Kurdistan | Views: 876 | Added by: Kosegeli | Tags: ypg, dayik, ypj, kobane | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar