Home » 2014 » eylûl » 26 » Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir
13:14
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir

Hikûmeta herêma Kobanê bi daxuyaniyekê ji hikûmeta Tirkiyeyê alîkariya çekên bi bandor û cebilxanyê xwest. Di daxuyaniyê de hate gotin ku paşguhkirina rêxistina DAIŞ'ê metirsiya li ser çarenûsa gelên herêmê zêde dike û sînorê başûrê Tirkiyeyê dixe nava xeteriyê.


Hikûmeta herêma Kobanê girêdayî rewşa dawî daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya hikûmetê de wiha hat gotin: "Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ya rêzdar, Birêz endamên parlementoya Tirkiyeyê. Ji beriya salekê ve herêma Kobanê ji aliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) di çemberê de ye. Çeteyan bi vê yekê av, ceyran, xwarin, şîrê zarokên û pêdiviyên sereke yên jiyanî li ser herêmê qut kirin. Tevî ambargoyê jî çeteyan bi awayekî berdewam bi çekên herî giran ku ji Iraq û hin baragehên leşkerî yên Sûriyeyê anîne, êrîşî herêmê dikirin. Çeteyên DAIŞ'ê bi van çekan komkujî pêk anîne. Di 14'ê îlonê de çeteyan êrîşên xwe ji hersê aliyên herêmê ve berfirehtir kirin. DAIŞ'ê gundên bi ewle yên herêmê bi awayekî hovane topbaran kirin û şêwazê qirkirin û komkujiyan da destpêkirin. Ji ber vê jî xeteriya li dijî gelê herêmê zêde bû û ji bo ku komkujî li herêmê çênebin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) neçar ma ku welatiyên sivîl biparêze û gundan vala bike."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Yekîneyên Parastina Gel bi îmkanên leşkerî yên kêm û çekên sivik karîbû li hemberî êrîşên berberî û hovane yên çeteyên DAIŞ'ê bisekine û pêşveçûna wan a ber bi bajar ve kêm bike. Tevî ku bi îmkanên kêm YPG'ê gelek derbeyên giran li DAIŞ'ê dane jî, lê hejmara zêde ya çeteyan, îmkanên leşkerî û çekên pêşketî dihêlin ku xeteriyeke mezin li ser gelê herêmê hebe û metirsiyên ku DAIŞ komkujiyan wekî yên li Şengalê pêk bîne hene. Çeteyan gelek caran hewl dan derbasî bajarê Kobanê bibin, lê biser neket û gelek derbeyên giran xwarin û ev yek jî xeteriya ku çete komkujiyên ji yên li Şengalê mezintir pêk bînin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişand ser girîngiya hevkariya navnetewî li dijî rêxistina DAIŞ’ê û wiha hate gotin: "Hevpeymana navnetewî derbarê avakirina Koalîsyona Navnetewî de bi armanca şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê pêwîstiyeke girîng e û ji bo têkbirina wê gaveke di cihê xwe de ye. Tevî ku koalîsyona navnetewî hejmareke mezin ji çeteyên derdorê Kobanê hedef negirtin jî, ev gav aramî û rihetiyekê li ba Rêveberiya heêrma Kobanê û gelê wê peyda dike."

daxuyaniya hikûmeta herêma Kobanê wiha bidawî dibe: "Em wekî serokatiya hikûmeta herêma Kobanê li ser bingeha yekçarenûsê di nava şerê cîhanê yê li dijî terorê de ne û em niha bi awayekî piratîkî li dijî hovîtiya DAIŞ’ê şer dikin. Li ser vê yekê ji bo ku em karibin hovîtiya çeteyan bişkînin, em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku alîkariya me bi çekên bi bandor û cebilxaneyê bike. ji ber ku paşguhkirina vê rêxistinê metirsiya li ser çarenûsa gelên herêmê zêde dike û sînorê başûrê Tirkiyê dixe nava xeteriyê."

 
[25/09/2014][Kurdistan]
Mesûd Barzanî: Me dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê... 
[06/09/2014][Kurdistan]
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle' 
[21/09/2014][Wênenûçe]
Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir 
[06/10/2014][Rengereng]
Tirkiye bi DAIŞ'ê re lihev kiriye û 180 çete serbest berdaye 
[07/10/2014][Kurdistan]
Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Kobanê derbarê bombebaranê de 
[19/09/2014][Kurdistan]
Daxuyaniya YNK`ê derbarê êrişên DAIŞ bi ser Kobanê de 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 
[12/10/2014][Kurdistan]
Çar xwişk û birayên li Şengalê şer dikin 
[27/09/2014][Kurdistan]
Wezîrê Berevaniya DYA: Em çawa alîkariyê bidin şervanên Kurd li Sûriyê gotebêj dikin 
[08/09/2014][Rengereng]
Di navbera deqqakê de di înternetê de çi dibe? 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 

Category: Kurdistan | Views: 480 | Added by: Kosegeli | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar