Home » 2014 » cotmeh » 2 » Gelo wê li Tirkiyeyê sefaretxaneyeke DAIŞ'ê were vekirin?!
20:42
Gelo wê li Tirkiyeyê sefaretxaneyeke DAIŞ'ê were vekirin?!

Berpirsê DAIŞ'ê yên bi navê Ebû Umer El-Tûnisî got ku dewleta Tirk wê li Tirkiyeyê navendekê ji bo wan veke û dê hemû lêçûnên wê jî bigre ser xwe.

Kovara El-Xelîc di nûçeyeke bi sernavê "DAIŞ dirûtiya Erdoxan eşkere dike" de diyar kir ku Dewleta Tirk amadekariyên vekirina navendeke DAIŞ li Tirkiyeyê dike.

Li gorî nûçeyê, berpirsekî DAIŞ'ê ragihandiye ku dewleta Tirk wê ji bo şaneyeke DAIŞ'ê navendekê li xaka Tirkiyeyê veke û gotiye ku wê têkiliyên di navbera wan û Enqereyê de xurtir bibin.

Di heman demê de duh Serokkomarê Tirkiye Receb Taybîb Erdoxan di civata parlementoya Tirk de gotiye ku wê şerê li dijî DAIŞ'ê bike.

Malpera Aydinlik Daily axaftinên berpirsê têkiliyên derve yê DAIŞ'ê Ebû Umer El-Tûnisî weşand. Li gorî malperê El-Tûnisî wiha gotiye: "Em amadekariyên vekirina navendeke xwe li dewleteke dost û musilman vekin. Em bi hêvî ne ku têkiliyên di navbera me  û Enqere de bêhtir xurt bibin û di bin çavdêriya Serokkomarê nû yê Tirkiyeyê Rebeb Tabyîb Erdoxan de be. Em ê ji bo kesên dixwazin tevlî me bibin yekemîn nûnertiya xwe li bajarê Stenbolê vekin. Wê Tirkiye hemû lêçûnên dermankirina endamên me yê li Tirkiye û xizmetkirinê wan hilîne. Beriya niha jî endamên me ji aliyê dewlet Tirk ve hatin dermankirin."

Berpirsê DAIŞ'ê diyar kiriye ku dewleta Tirk vekirina navendeke DAIŞ'ê li Tirkiye erê kiriye. Ev yek bû cihê nerazîbûnê li Tirkiye.

Ji aliyê xwe ve Partiya Komarî ya Gel (CHP) di daxuyaniyekê de wiha gotiye: "Biryara hikûmeta Tirk a vekirina buroyeke dîplomatîk ji bo DAIŞ'ê nayê qebûlkirin" CHP'ê diyar kir ku dewlet wê navenda DAIŞ'ê li herêma Tşankaya ya Stenbolê veke.

Beriya niha jî piştî ku Musil ket destê DAIŞ'ê 49 dîlomasiyên dewleta tirk ji aliyê ve hatin revandin. Pişre bê ku ziyan bigihêje wan DAIŞ'ê hemû giriyên Tirk radestî dewletê kir.

Li herêma Kobanê jî ku şervanên YPG'ê û gelê herêmê ev 18 roj in li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşkar liber xwe didin, dewlet tirk bi hemû hêz û derfetên xwe piştgiriya DAIŞ'ê dike û bi awayekî li ber çav û ekşkere alîkariyê pêşkêşî çeteyan dike.

Duh jî di weşana zindî ya IMC TV de hat xuyakirin ku bi awayekî eşkere 6 çeteyên DAIŞ'ê di di bin xeta trênê re ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî herêma Kobanê dibin.

 
[07/10/2014][Kurdistan]
Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Kobanê derbarê bombebaranê de 
[27/09/2014][Kurdistan]
Wezîrê Berevaniya DYA: Em çawa alîkariyê bidin şervanên Kurd li Sûriyê gotebêj dikin 
[03/10/2014][Kurdistan]
Ayşe Efendî: Emê Heta Dawîyê li Kobanê Bimînin [Dosya Deng] 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 
[03/10/2014][Wênenûçe]
Wêneyên kuştiyên teroristên DAIŞ li Kobanê 
[12/10/2014][Kurdistan]
Çar xwişk û birayên li Şengalê şer dikin 
[06/11/2014][Rengereng]
Li Mûsil`ê salnameyeke taybet bi DAIŞ hate dirûst kirin 
[21/09/2014][Wênenûçe]
Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir 
[31/10/2014][Kurdistan]
[Dosya Deng] berdevkê YPG Polat Can li ser derbasbûn pêşmergeyan a Kobanê 
[11/09/2014][Kurdistan]
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 

Category: Rengereng | Views: 628 | Added by: Kosegeli | Tags: daiş | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar