Home » 2014 » eylûl » 19 » Daxuyaniya YNK`ê derbarê êrişên DAIŞ bi ser Kobanê de
00:14
Daxuyaniya YNK`ê derbarê êrişên DAIŞ bi ser Kobanê de

Ragihandina mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê derbarê bûyerên dawî bi ser bajarê Kobanê ya qehreman de hatine

û êrişên terorîstê hov ên DAIŞ bi ser de da xuyaniyek da û eve deqa da xuyaniyê:

Cemawerên Gelê me!

Welatên piştevanî li Kurdistanê dikin!

Ey hêzên Kurdistanê û Êraqî!

Eve çend rojeke bajarê Kobanê rastî êrişeke berfereh ji aliyê DAIŞ`ê ve bi ser ve tê,  bi hemû çekên giran êrişî dike û navenda bajarê Kobanê bomberdoman dike û ziyaneke mezin gihandiye bajêr û xelkê, hejmarek zor kes jî şehîd û birîndar ketine û çav li rê ye ku kareseteke mirovî bi ser bajarê kobanê de bê.

Ya xweş bexte ku ev êriş di demekê rû dide ku Emerîka û welatên rojava biryar dane li her cihekî êriş bibin ser bi DAIŞ `ê, Kobanê jî bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye û aşkere ye û li berçave û hemû dewlet di wê zanebûnê de ku dê li ser destê DAIŞ`ê komkujî li Kobanê bête kirin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dawa li Encumena asayîşê, Emerîka û welatên rojava dike ku bi hawara Kobanê û xelkê kobanê ve biçin û ji canawarên DAIŞ rizgar bikin û bi lez yarmetiyên mirovî pêşkêşî xelkê deverê bikin.

Her wiha dawa li hikûmetên Îraq, komara Îslamî ya Îran û Tirkiyê jî dikin çi wan tê bikin, hevkariyê bidin qehremanên ku bergirî li bajarê Kobanê dikin û yarmetiyê bidin xelkê bajêr û bi lez vê biryarê bidin û pêk bînin.

Hikûmeka Herêma Kurdistanê jî û eger her çendê hêzên pêşmerge di şerekî berferh dene li dijî DAIŞ, lê divê bi her rêkeke guncew û şêwazekê be, himata xwe ji bo alîkariyê ligel vê bajarê Kurdistanê bike diyar bike. Ji ber ku her kes dizanê şoreşgerên camêr ên Rojavayê Kurdistanê di dema karesata Şengalê de xwedî çi rolekê bûn.

Silav li..Xelkê berxwedêr a Kobanê be

Silav li.. parêzerên Xelkê Kobanê be

Silav li.. Şehîdên Kobanê be

Ragihandina mekteba siyasî

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

18 / 9 / 2014`e 

Pukpb.org

 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[03/10/2014][Wênenûçe]
Wêneyên kuştiyên teroristên DAIŞ li Kobanê 
[07/10/2014][Kurdistan]
Fransa: Divê em hemû ji bo Kobanê tevger bikin 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 
[15/09/2014][Kurdistan]
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike" 
[05/10/2014][Kurdistan]
Salih Muslim: Kî çi bike bila aniha bike 
[06/09/2014][Kurdistan]
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle' 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Kobanê bi tenê nehêlin 
[23/10/2014][Kurdistan]
Wezareta Derve a Amrîka derbarê biçekirina YPG de bersiva Erdogan da 
[02/10/2014][Kurdistan]
Wezîrê Parastina Kobanê: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin [Dosya Deng] 

Category: Kurdistan | Views: 716 | Added by: Kosegeli | Tags: daiş, ypg, ynk, rojava, pkk, kobane | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar