Home » 2014 » cotmeh » 7 » Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Kobanê derbarê bombebaranê de
20:38
Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Kobanê derbarê bombebaranê de

Wezareta Parastinê ya herêma Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên koalîsyona navnetewî li dijî nuqteyên DAIŞ'ê li herêma Kobanê erênî ne û wiha got: "Ev hevkarî wê encamên baş bîne û derbeyên giran li vê rêxistina radîkal û 'terorîst' bide."

Wezareta Parastinê ya herêma Kobanê girêdayî êrîşên koalîsyona navnetewî yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Kobanê daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "DAIŞ bi kiryarên xwe yên dijmirovahî û 'terorîst' yên li dijî hemû ol û gelên cîhanê tê nasîn."

Wekî Wezareta Parastinê ya herêma Kobanê di dema ku şervanên YPG'ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê disekinin û derbeyên giran li wan didin, em helwesta baş a hêzên navnetewî yên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê, her wiha êrîşên asîmanî yên li dijî navend û nuqte û cihên çeteyan li derdora bajarê Kobanê û gundên wê bi nirx dibînin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev hevkarî wê encamên baş bîne holê û wê derbeyên giran li vê rêxistina 'terorîst' bide."

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: "Em baş bawer dikin ku em ê DAIŞ'ê bişkînin û dawiyê li hişmendiya wê ya radîkal bînin. Ev yek wê bibe destpêka jiyaneke aştiyane ji bo gelên herêmê û avakirina sîstemên demokratîk ku têde hemû mafên mirovan werin parastin û hemû dozên civakî yê asê werin çareserkirin."

 
[02/10/2014][Rengereng]
Gelo wê li Tirkiyeyê sefaretxaneyeke DAIŞ'ê were vekirin?! 
[08/09/2014][Rengereng]
Di navbera deqqakê de di înternetê de çi dibe? 
[07/09/2014][Kurdistan]
Berpirsyarê Pêşmergeyan ê Kerkûkê: Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin 
[23/10/2014][Kurdistan]
Fermandariya YPG'ê: Alîkariya çekan bi awayekî serketî gihaştiye hêzên me 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[21/09/2014][Wênenûçe]
Vaye çeteyên welatiyên Belçîka û Fransayê yên YPG'ê ew zevt kir 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 
[06/11/2014][Rengereng]
Li Mûsil`ê salnameyeke taybet bi DAIŞ hate dirûst kirin 
[23/09/2014][Kurdistan]
Hevserokê PYD derbarê lêdana DAIŞ de daxuyanî da 
[24/09/2014][Wênenûçe]
"Femen" xwe li dijî DAIŞ tazî kirin 
[22/10/2014][Rengereng]
Şervanê YPG ê amerîkî : Ta dilopa xwîna dawî êzê Kobanê biparêzim 

Category: Kurdistan | Views: 636 | Added by: Kosegeli | Tags: kobane | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar