Home » 2014 » cotmeh » 12 » Çar xwişk û birayên li Şengalê şer dikin
09:36
Çar xwişk û birayên li Şengalê şer dikin

Li gundê Xanesor ê Şengalê, çar xwişk û bira li nav refên YBŞ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.

Xwişk û birayên ji gundê Xanesor ê Şengalê Payiz Xelef, Farûq Xelef, Xelîl Xelef û Merwan Xelef, ji bo Şengalê ji dagirkirina DAIŞ'ê rizgar bikin, li nav refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) şerê azadiyê dimeşînin. Payîz Xelef diyar kir ku ew hemû bi hev re tevlî nav yekîneyên berxwedana Şengalê bûne û amade ne ji bo azadiya Şengalê şehîd bikevin. Xelef got, "PKK'ê gelek alîkarî da me, mala wan ava be. Gelek jinên Êzidî hene. Dikarin bên mîna me şer bikin. Dibêjin jinên Êzidî nikarin şer bikin. Jinên Êzidî ji bo xwe biparêzin dikarin şer bikin."

Xelef xweş nabîne ku ciwanên Êzidî bêyî parastina xaka xwe diçin û dibêje, "Ciwanên Kurdên Êzidî dest ji Şengalê berdan. Eger li ber xwe bidana, DAIŞ wê nekarîbû biketa Şengalê. Em dixwazin Kurdên Êzidî yên ji Şengalê çûne vegerin. Eger venegerin em ê nikaribin welatê xwe azad bikin. Em dikarin xaka xwe biparêzin. Em dikarin di oxira xaka xwe de şehîd bikevin."

Farûk Xelef jî ragihand ku ew ji bo rizgariya Şengalê tevlî nav refên YBŞ'ê bûye û bi xwişka xwe re li eniyekê, birayên wî yên din jî li eniyên din ên Şengalê ne. Farûk Xelef got, "Yek jê xwişka min em çar kes tevlî bûn. Em hatin ji bo têkoşîna azadiya Şengalê. PKK'ê gelek alîkarî da me."

 
[28/09/2014][Kurdistan]
YPG: Li Kobanê 26, li korîdora Şengalê 74 çete hatin kuştin 
[08/10/2014][Kurdistan]
Tevgera Goran: Kobanê serê me li pêşiya hemû cîhanê bilind kir 
[15/09/2014][Rengereng]
21 rojan di bin zinarekî de man 
[08/09/2014][Rengereng]
Di navbera deqqakê de di înternetê de çi dibe? 
[07/10/2014][Kurdistan]
Fransa: Divê em hemû ji bo Kobanê tevger bikin 
[11/09/2014][Kurdistan]
Serê wê jêkirin û avêtin çopê 
[19/09/2014][Wênenûçe]
Di nava kuştiyên DAIŞ de teroristekî ji Çînê 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 
[06/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 
[03/10/2014][Kurdistan]
Ayşe Efendî: Emê Heta Dawîyê li Kobanê Bimînin [Dosya Deng] 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 

Category: Kurdistan | Views: 923 | Added by: Kosegeli | Tags: daiş, ybş, êzdi, şengal | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar