Home » 2014 » eylûl » 15 » "Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike"
21:16
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike"

Profesorê Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Atlantîk Florîda ya Amerîkayê Mehmet Gurses diyar kir ku çareseriya demokratîk a Sûriye û Iraqê bi kurdan pêkan e û got: "Gelê kurd bi hêza xwe ya rêxistinkirî û tecrûbeya xwe ya çareseriyê nîşan daye ku dikare bibe parçeyek aştî û demokrasiyê." Gurses bi bîr xist ku DYA nikare bêyî PYD'ê tu tiştekî li Sûriyeyê bike, ji ber vê yekê daxuyaniya DYA'yê ya ku dê piştgiriyê bide "komên muxalîf ên nerm", tê wateya ku dê bi PYD'ê re hevkariyê bike.


Prof. Dr. Mehmet Gurses geşedanên ku li Sûriye û Rojhilata Navîn pêş dikevin ji DÎHA'yê re nirxand.

'Suriye Vîetname Rojhilata Navîn e'

Gurses ê ku Sûriye wekî "Vîetnama Rojhilata Navîn" pênase kir, got ku gelê kurd û bi taybetî jî PYD bi nasnameya xwe ya rêxistinkirî derketiye pêş û got ku hewceyiya Tirkiyeyê bi PYD'ê heye. Gurses di Konferansa Kurd a di 13'ê gulanê de li Amerîkayê pêk hatibû de jî ev tişt anîbûn ziman: "Di nava hemû tevgerên kurd ên siyasî û civakî de tevgera herî modern û serkeftî PKK ye û divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin." Gurses di meha borî de bi hempîşeyê xwe Dr. Davîd Roman re pirtûka bi navê "Li Rojhilata Navîn Şer, Demokrasî û Kurd" nivîsandibû li Amerîkayê hatibû çapkirin.

Dewletên heremê nikarin DAIŞ'ê têk bibin

Gurses, anî ziman ku dewletên li heremê yên wekî Tirkiye, Erebîstan Sudîe, Qatar, Misir û Urdin ji ber hin sedemên navxweyî li hemberî DAIŞ'ê hin helwestên cuda didin nîşandan û deqez kir ku ev dewlet nikarin zû bi zû DAIŞ'ê têk bibin. Gurses derbiri ku di vî warî de Misir û Tirkiye, dîsa Qatar û Erebîstana Siudî di cuda difikirin û bilêv kir ku di navbera wan de yek dengî tuneye. Gurses li ser mijarê wiha axivî: "Amerîka jî naxwaze li hemberî DAIŞ'ê operasyonekî bejayî lidarbixe. Hêzên li heremê yên muxalîf jî nikarin li hemberî Esed û çeteyan nikarin bi serê xwe tiştek bikin. Ji ber van sedeman Amerîkayê ji bo "Hêzên muxalîf" peyama alîkariyê şand. Ev jî tê wateya ku Amerîka wê alîkariyê bide PYD'ê jî."

'Hêzên serek PYD û Herema Federal a Kurdistanê ye'

Gurses di berdewamê de li ser rol û têkiliyên Amerîka û Rusyayê yên li heremê de jî hin nirxandin kirin. Gurses, destnîşan kir ku Rusya hewl dide li hemberî hamleyên bloga ku pêşengiya wê Amerîkayê dike, hamleyan bike û da zanîn ku polîtîkayên hêzên rojavayî yên li hemberî rejîma Esed ji ber piştgiriya Rusyayê têk çûne. Gurses, her wiha got ku li heremê dê hevrikiya Amerîka û Rusyayê bidomê lewma, pêdiviya Amerîka bi dewletek wekî Tirkiyeyê heye. Gurses, ev gotin bi axaftina xwe zêde kir: "Lê wekî her dewletê sînorê hêza Tirkiyeyê jî heye. Di şerê li hemberî DAIŞ'ê de aliyeki sereke jî PYD û Herema Fedaral a Kurdistanê ye. Ji ber vê jî Tirkiye neçare bi PYD'ê re hev bike. Tirkiyeyekî ku bi PYD'ê re hev kiriye êdî nikare zû bi zû bi PKK'ê re şer bike. Ji ber van sedeman hevkaiya Amerîka û PYD'ê wê tesîrê li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî bike."

'Beyî kurdan çareserî çênabe'

Gurses, di berdewame de derbarê pirtûka xwe ya bi navê "Li Rojhilata Navîn, Şer, Demokrasî û Kurd (Conflict, Democratization, andthe Kurds in the Middle East)" de jî hin tişt gotin. Gurses, anî ziman ku bi Dr. Davîd Ramon re ev pirtûk amadekirine û wiha domand: "Îhtîmalekî mezine ku ev pêvajoyê bi çareseriyê encam bibe. Ev li çareserî hem ji bo Tirikeyeyê hem ji kurdan û hem jî ji hêzên rojava re wê gelek baş be. Lewra li Rojhilata Navîn çareseriyek beyî kurdan êdî ne pêkane. Kurd jî bi hêzên xwe yên rêxistinkirî êdî hewl didin cihê xwe li Rojhilata Navîn bigirin. Tecrubeya Rojava jî daye nîşandan ku beyî kurdan li Rojhilata Navîn çareserî nabe. Me di pirtûka xwe de jî qala vê kiribû."

Gurses, dawî jî diyar kir ku lazime kurd têkiliyên xwe bi Amerîkayê re xurtir bikin û wiha axivi: "Divê kurd li pêşberî raya giştî ya Amerîka û cîhanê bidin xuyakirin ku ew ji bo jiyanek demokratîk û aştiyane li Rojhilata Navîn hêzekî serekene."

 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ocalan: Kobanê bi tenê nehêlin 
[23/10/2014][Kurdistan]
Wezareta Derve a Amrîka derbarê biçekirina YPG de bersiva Erdogan da 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[22/10/2014][Rengereng]
Şervanê YPG ê amerîkî : Ta dilopa xwîna dawî êzê Kobanê biparêzim 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[08/08/2014][Dîrok]
Wesiyeta Qazî Mihemed li gelê kurd 
[23/10/2014][Kurdistan]
Fermandariya YPG'ê: Alîkariya çekan bi awayekî serketî gihaştiye hêzên me 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[19/09/2014][Wênenûçe]
Di nava kuştiyên DAIŞ de teroristekî ji Çînê 
[08/09/2014][Rengereng]
Di navbera deqqakê de di înternetê de çi dibe? 
[26/09/2014][Kurdistan]
Hikûmeta Kobanê daxwaza çekan ji Tirkiyeyê kir 

Category: Kurdistan | Views: 787 | Added by: Kosegeli | Tags: pyd, suri, Amerika, Dya | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar