Home » 2014 » eylûl » 21 » Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir
14:08
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir


Endamê Konseya Rêveber a TEVDEM'ê Aldar Xelîl da xuyakirin ku wan xwestine ji Kantona Cizîrê di ser Bakurê Kurdistanê re hêzek destekê bişînin lê belê rayedarên Tirk destûra vê nedane. Xelîl bang li hêzên başûrî yên peyama piştigiriya Kobanê dan kir û got, "Bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyeke baş in. Bila ji Tirkiyeyê bixwazin ku rê vekin. Bila rê vekin ku em bibin alîkar."

Aldar Xelîl ji Stêrk TV re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk destûrê nadin ku ew alîkariyê bidin Kantona Kobanê.

Xelîl got, "Weke Kantona Cizîrê bi rêya fermî me ji rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku di ser Bakurê Kurdistanê re em dixwazin hêzeke destekê bişînin Kobanê. Lê belê Tirkan ev qebûl nekirin û destûr nedan em hêzê bişînin."

Aldar Xelîl da xuyakirin ku redkirina vê daxwaza wan a fermî ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve gumanên wan ên "dibe ku di navbera DAIŞ û rayedarên Tirk de peymanek hebe" xurtir kiriye.

BANG LI HÊZÊN BAŞÛRÎ HAT KIRIN

Xelîl diyar kir ku atmosfereke welê hatiye afirandin ku tuyê bêjî qey rêveberiya Başûrê Kurdistanê dixwaze bibe alîkar lê belê ew destûra vê nadin û got, "Ev ne rast e. Em nebûne asteng. Eger têkiliyeke xwe ya baş bi Tirkiyeyê re heye, bila ji Tirkan bixwazin ku rêya me vekin. Bila rê bidin me ku em biçin destekê bidin Kobanê. Bila hêzên din ên Kurdan jî vê daxwazê li rêveberiya Başûrê Kurdistanê bikin."

Aldar Xelîl her wiha destnîşan kir ku ji aliyê fermî ve ti daxwazek alîkariyê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê negihaştiye wan.

Xelîl da zanîn ku tevî hemû astengiyan jî, bi taybetî ji Bakurê Kurdistanê tevlîbûn li Kobanê dewam dike û got, "Yên bixwazin dikarin ji Bakur yekser derbasî Kobanê bibin û di berxwedanê de cihê xwe bigirin."

YA KU IRAQ Û SÛRIYEYÊ NEKARIYE BIKE, ROJAVA DIKE

Xelîl der barê rewşa dawî ya li Kobanê de got, "Li Iraqê artêşê û pêşmergeyan, li Sûriyeyê jî artêşa Sûriyeyê nekarîbûn çeteyên DAIŞ'ê bisekinînin. Lê belê li Kobanê bi berxwedana leheng a gel û hêzên YPG/YPJ'ê pêşî li pêşketina çeteyan hat girtin. Ev yek îspatî tevahiya cîhanê kirin. Berxwedana bi lehengî dewam dike. Û ev berxwedan wê bi serketina Kobanê bi encam bibe. Ti gumaneke me ji vê nîne."

Aldar Xelîl herî dawî bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku ji her alî ve xwedî li Kobanê derkeve û desteka xwe dewam bike.


 
[25/09/2014][Kurdistan]
Mesûd Barzanî: Me dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê... 
[07/09/2014][Kurdistan]
Jina ciwan ji destên DAIŞ reviya û çîroka xwe vegot 
[15/09/2014][Kurdistan]
"Amerîka nikare bêyî PYD’ê li Suriyê tiştekî bike" 
[11/09/2014][Kurdistan]
Li Rojava qanûna têkoşîna li dijî terorê tê lêkolîn kirin 
[06/09/2014][Kurdistan]
Reuters: 'Şervanên PKK'ê wê te bigihînin cihê bi ewle' 
[21/09/2014][Kurdistan]
Aldar Xelîl bang li hêzên Başûrî kir 
[05/10/2014][Kurdistan]
Salih Muslim: Kî çi bike bila aniha bike 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 
[07/10/2014][Kurdistan]
Fransa: Divê em hemû ji bo Kobanê tevger bikin 
[06/11/2014][Rengereng]
Li Mûsil`ê salnameyeke taybet bi DAIŞ hate dirûst kirin 
[08/10/2014][Kurdistan]
Ji Kobanê nameya şervaneke YPJ jibo dayika wê 

Category: Kurdistan | Views: 775 | Added by: Kosegeli | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar