Home » 2014 » eylûl » 15 » 21 rojan di bin zinarekî de man
20:31
21 rojan di bin zinarekî de man

"Nekarî av jî vexwara. Ji bo ku tîbûna nemire min her tim av li devî wî dikir. Piştî roja 10’emîn di wesayîteke ku hatiye terkirin de min nîv torbe nanê rizyayê dît. Reş bibû. Bîhn dida. Tahmek wê ya nebaş hebû. Lê ji bo ku em bijîn, neçarbûn em bixwin.”

Li Şengalê di 3’ê Tebaxê de piştî êrîşên DAIŞ’ê her roj trajediyek mirovahiyê dertê holê. Xelîl û Henîf yên extiyar jî ev trajediye lê di heman demê de ji mînakek têkoşîna jiyanê ye.

Xelîl Qulu (63) û hevsera xwe Henîf (55) ku di dema êrîşa DAIŞ’ê de li gundê xwe dijiyan, hê jî di bin bandora tiştên ku jiyade ne. bandora rojên zor û zehmet li wan heye. Nekarin biaxivin. Gotin bi zorê ji devê wan derdikeve. 
Xelîl û Henîf tam 21 rojan di bin zinarekî de birçî mane. Heta ku gerîlayên HPG’ê hatine û ew dîtine...

Di 6’ê Tebaxê de DAIŞ’ê li dijî Gundê Solak êrîş pêk anî û Xelîl û Henîf jî wek gundiyên din hewl dane biçin Çiyayê Şengalê, lê ji ber ku extiyar bûne, nekaribûn derkevin. Li Kontarê çiya, li herêma Qendîla Mehmera di bin zinarekî de xwe veşartin.
21 rojan li vir man. Piştre ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin dîtin û şandin Rojava. Niha li kampa Newrozê ya Dêrikê ne û bandora wan rojan hêj ji ser we neavêtine.  Xelîl li aliyekî diaxive û li aliyê din jî destê xwe vedike ji HPG’ê re duayan dike: "Dema DAIŞ ket gundê me, em li wesayîta gundiyekî siwar bûn. Dema wesayît sekinin her kes reviyan çiyan. Lê ji ber ku ez û hevsera xwe extiyar bûn, em nekarîbûn bimeşin. Ez bi hevsera xwe re li bin zinarekî mam. Tiştê ku me 21 rojan jiyan, xweda dizane.

PIŞTÎ 10 ROJAN ME NANÊ RIZYAYÎ DÎT

Êvaran bi dizî ez diçim cem wesayîtan û ez li nan û avê digeriyam. Ava ku min didît, min li devê hevsera xwe dikir. Nekarîbû avê jî vexwe. Ji bo ku ji tîna nemiree, min her tim av li devê wê dikir.Piştî 10 rojan şûnde min di kasaya wesayîtê de torbeyek nanê rizyayê dît. Lê nan reş bibû. Bîhn jê dihat. Lê ji bo em li jiyanê bimînin em neçarbûn bixwin.
Hêviya me nemabû. Me bi hev girtibû. Ji bilî me kesekî me tunebû. Zarokên me tunebûn. Rojekê ez derketim derve, min got belkî hinek min bibînin.  Ez ji bi zinar derketim min heval dît. Ji min re got tu li vir çi dikî. Min got ev 21 roje em di bin vî zinarî de ne.

HEVALAN JINÛVE CAN DA ME

Heval hema ket tevgerê. Navê wî Kawa bû. qehremanek bû. Şuşeyek av û hinek şekir tevli kir, da me.  Çû cem hevsera min û da wê jî. Hevsera min hat ser hişê xwe. Xwest hevsera min bigire ser milê xwe. Lê ciwan bû, nekaribû rabike.  Çû hestirek anî, hevsera min lê siwar kir. Ji me re got mereq neke, ezê we bigihînim Çîlmera.

Em nekaribûn bimeşin. Rewşa me nebaşbû. Hêza me nemabû. Çû hestirek din jî anî. Sê hevalên HPG’ê em li hestiran siwar kirin û bi me girtibû. Em gihandin çiyan. Ger ew tunebûna, em her du jî niha miribûn. Hevalan em xilas kirin. Em tu car wan ji bîr nakin. Ew Egît bûn. Wek wan di cîhanê de tune.”

Xelîl da zanîn ku piştî gerîlayan ew gîhandine Çîlmera çûnde, nû nû dikarîbûn xwarinê bixwin û got: "Heval li ser me civiyan. Hevalek jin ya bi navê Bahar hebû. Wê ji me re xwarin anî. Şîr, reçel, çay, goşt anî. Baharê ji min re got ‘bavo tu biçe Rojava, hunê li wir rehet bikin’. Hevalan wesayît anî. Em heta Dêrikê hatin.Xweda û hevalan em rizgar kirin.

Xelîl hatina DAIŞ’ê ya gund jî wiha vegot: "Di wê demê de bi wesayîtan DAIŞ ket gund. Bi doçkaran êrîşê gund kirin. Ez û hevsera min nedîtin. Hevalan bi bîksiyan êrîşê wan kirin. DAIŞ’ê çekên xwe danî û reviya. Min 14 kuştiyên DAIŞ’ê dîtin. Wek hevalan di cîhanê de tune. Gerîla Memo qehremanekî mezine. Ew her du çavên minin.

Hevserên biraziyê min yên Baran û Koçer jî ji tîna mirin.  Her wiha gelek kesên sin jî jiyana xwe ji dest da û dîs ev kes ji aliyê HPG û YPG’ê ve hatin definkirin.

EZÊ WE LI ŞENGALÊ BIKIM MÎVAN

Ji ber bûyera ku hatiye serê wan her du extiyar jî nexweş ketine û psîkolojiya wan xera bûye. Li Dêrikê birine nexweşxaneyê. Li kampa Newrozê hewcedariya wan tê dayîn.

Her du jî wiha dibêjin: "Bila xwedê hevalan biparêze, Apo taca serê me ye. Bila Apo ji girtîgehê derkeve. Bi îzna xweda dê heval di demeke Kurd de Şengalê ji wir rizgar bike û ezê we li Şengalê bikim mîvan.”

 
[03/10/2014][Kurdistan]
Leşkerê berê yê Amerîkayî tevlî YPG’ê bû 
[22/09/2014][Kurdistan]
YPG bîlançoya şerê Kobanê ê hefteyekê aşkere kir 
[07/10/2014][Kurdistan]
Fransa: Divê em hemû ji bo Kobanê tevger bikin 
[08/08/2014][Dîrok]
Wesiyeta Qazî Mihemed li gelê kurd 
[21/10/2014][Kurdistan]
Salih Mûslim: Em êdî nahêlin navmala kurdan ji hev cûda be 
[09/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di şerê duh de li Kobanê 60 çete hatin kuştin 
[07/09/2014][Kurdistan]
Berpirsyarê Pêşmergeyan ê Kerkûkê: Bi gerîla re em Kurdistanê diparêzin 
[03/10/2014][Kurdistan]
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin 
[19/09/2014][Kurdistan]
Daxuyaniya YNK`ê derbarê êrişên DAIŞ bi ser Kobanê de 
[02/10/2014][Kurdistan]
Wezîrê Parastina Kobanê: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin [Dosya Deng] 
[07/10/2014][Kurdistan]
"Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye" 

Category: Rengereng | Views: 872 | Added by: Kosegeli | Tags: dais, şengal, başur, gerîla, Êzdî | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
avatar